Serokê partiya Sosyaldemokratan Stefan Löfvén. Foto:Henrik Montgomery/Scanpix.

Sosyaldemokrat bi hêz in di pîvanên nû de

Tenê sê meh mane ji bo hilbijartinên Yekîtiya Ewrûpayê û li gor rojnmaya Svenska Dagbladet, diyare partiya Sosyaldemokratan ji nuha ve xwedan rewşeke destpêkî ya baş e. Di pîvana dengên hilbijêran ya şirketa Sifo de ya li ser daxwaza rojnmaya Svenska Dagbladet bi pîvanê rabûye, sosyaldemokrat 32,3 % anî, bi 8 % bêhtir deng anî danberhev bi encamên hilbijartinên sala 2009 de.

Eger îro hilbijartina li dar ketibana dê navê herî bilind di Partiya Demokratên Swêdê de jî derbasî parlamana Yekîtiya Ewrûpayê bûbaya. Herweha partiya Çep jî encamên baş anî di pîvana Sifo de, wan 8,8 anîn danberhev bi 5,7 re di 2009 de. Û partiya Demokratên Swêdê xwe gihandin 6,4 %.

Wekî din encamên partiyên din bi vî awayî bûn:

Partiya Moderatan: 21,9 %

Partiya Gel: 9,7 %

Partiya Navendê: 3,6 %

Partiya Demokratên xiristiyanî: 3,8 %

Partiya çeteyên deryayî: 1,5 %

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".