Den kurdiske artisten Ferhat Tuncs konsert. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio
Hunermend Ferhat Tunc. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio

Ferhat Tunç – hunermendê têkoşer

Ferhat Tunç ku di jiyana xwe ya hunerî de rastî gelek zordariyan bûye û li gelek deverên Tirkiyê hêj nikare konseran bide, li salonên herî navdar yên dinyayê bi rêzdariyeke mezin tê pêşwazîkirin û hunera xwe pêşkêş dike.

Tunç dide zanîn ku ji niha û pêde giraniya hunera wî dê bi kurdî be.

Yek ji dewletên ku Ferhat Tunç pir caran serdana wê dike Swêd e. Ji salên 1980î ve gelek caran ji bo dana konser yan jî beşdariya konferansan ew hatiye vira. Di serdana xwe ya vê carê de ew hem beşdarî koneranseke navnetewî ya li ser azadiya xweîfadekirina bîrûbaweriyan dibe û hem jî li salona Uppsala Konsert & Kongress konsereke nêzîkê sê saetan pêşkêş dike. Derbarê qîmetê ku ew li derve dibîne de Tunç dibêje:

– Ev qîmet û rêzdariya ku dinya nîşan dide destkeftineke. Û di şexsiyeta min de esas ev rêzgirtina li wan nirxên ku ez têkoşîna wan dikim e.

Îcar gelo ev qîmetdana li derve ku ew dibîne li Tirkiyeya ku dixwaze bikeve YE de wî li hemberî talûkeyên meztir naparêz e?

– Ez tu caran nefikîme ku navdariya min ya li gelek welatan ji bo parastina min bibe mertalek. Ez tu caran nebûme hunermendekî ku bêje pişta min xurt e û nabim kesekî wiha jî. Ez têkoşîna hin nirxên ku rast dibînim dikim. Bedelê vêya dikare giran be; mirov dikare bê girtin, kuştin, qet ne girîng e. Ji ber ku li welatekî ku hemû cureyên anormaliyê digihîjin zîrweyan ne mimkun e hunermendek normal bijî.

Di konsera Uppsala de bi qasî strangotinê Ferhat Tunç diaxive jî. Berya her kilameke ku ew bi wî dengê xwe yê hilhilî yê narîn distirîne qala çîrok û serpêhatiya strana xwe dike, behs dike bê çi êş û elem bûne sebeba afirandina van stranan û ji bo ku wî ev stran gotine rastî çi astengiyan hatiye.

Di sohbetê de Ferhat Tunç ji hunerê bêhtir li ser pirsgirêkên civakî û siyasî diaxive. Digel ku ew êdî ser 50 salî re ye jî mîna xortekî nûgihayî bi xwîngermî, lê bi tiriyeke dewlemend û awayekî zelal dipeyive. Gava diaxive ew ne tenê dev û zimanê xwe lê hemû navgînên vegotinê û bi taybetî jî destên xwe pir bi kar tîne. Bi dengê xwe yê nerm û çavên xwe yên germ gotinên rasterast helwestgir û ji aliyê retorîkî ve tund dike. Rexneyên tûj, heta mirov dikare bêje dijminane hem li sîstema Tirkiyê ya kemalîst, hem jî ya îro ya AK Partiyê dike.

Ferhat Tunç keseke ku sîstemê xwestiye wî ji eyarê wî biguhere, zordarî lê kiriye, mîna ku nebe hesibandiye. Li Tirkiyê Ferhat Tunç tê wateya dijberbûnê, kurdbûnê, elawîbûnê, berxwedana li hemberî sîstemê. Ji qewlê Yilmaz Guney ve têkoşerîyê.

– Ez Dêrsimî me. Ez bi lorîk û zêmarên ser ferman û qetlîaman mezin bûme. Zaroktiya min bi hîskirina van êş û kulan çû. Ma ez dikarim bi şêweyekî din bim? Berxwedan, şerkirin, têkoşîna ji bo azadiyan, nasnameya me ji van hîman pêk tê. Mirov nikare dev ji van berde. Ya ku di qada navnetewî de jî cîyekî min çê dike ev xisûsîyet in.

Li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê du hunermendên ku ji salên 80î ve bi taybetî bi zimanê tirkî stranên şoreşgerî dibêjin û pir navdar in hene. Yek ji van Ahmed Kaya bû û yê din Ferhat Tunç e. Ev hunermendên ku pir bi nav û deng in pir kêm li ser evîna navbera du ciwanan yan bedewiya keç û bûkan gotine. Giraniya hunera wan li ser berxwedana zindanan, şerê li çiyan, têkoşîna li bajaran, kuştinên faîlên wan nediyar û dayikên kuştiyan in. Ahmed Kaya neçar ma ku ji Tirkî bireve û li Parîsê rehmet kir, lê Ferhat Tunç xebatên xwe didomîne. Û ew ne tenê bi helbest û stranên talûke dixwîne, herwiha tim li cîyê bûyeran û di nava çalakiyan de ye.

– Ev bi dehsalan e ku li welatê me serhildaneke gelî heye, ev ji bo me hunermendan şenseke. Divê ev serhildan di nava we de, di rihê we de bê hîskirin. Geh li Şirnexê me, geh li Dêrsimê, geh li Amedê û geh li Hekarî me. Hez dikim ku li her derê bim. Ez şahidê êş û zilma ku gelê min kişandiye ye. Ez hez dikim ku bi vî gelî re şahiyê bikim, bikenim, hez ji kelecana wan ya li kolanan dikim. Ya ku min li ser pîyan dihêle, maneyekê, spehîtiyekê dide hunera min ev e. Ez her tiştê xwe ji wir digrim. Her tiştê xwe deyndarê wî gelê ku li wira têkoşînê dide me. Ez vêya ji gel digrim, qalibekî hunerî didimê û cardin bi awayekî pêşkêş dikim. Cîyê ku zilm û zordarî lê hebe piraniya însanan hewl didin xwe jê vedin, dûr bêxin. Lê gava mirov li jiyana Tunç dinêre ew adeta mîna ku li belayê bigere tevgeriya ye.

Di 1979ê de Ferhat Tunç diçe cem malbata xwe ya li Almanya. Salekê piştre li Tirkiyê darbeya leşkerî pêk tê û ew ji neçarî li wira dimîne. Lê di 1984ê  de bi destpêka şerê çekdarî yê li bakurê Kurdistanê re Ferhat Tunç ji Almanya vedigere Tirkiyê û bi tirkî stranên mîna ”girtiyên azadiyê” û ”me li ber xwe da” dibêje.

Di van şertên dijwar yên Tirkiyê de vegera ji Almanya û strandina kilamên şoreşgerî eger ne dînîtî, yan jî romantîzma ciwanekî şoreşger be, çî ye?

– Nexêr, ne romantîzm e. Ez bi temamî li gorî bîr û baweriya xwe vegeriyam. Bûyerên li welêt mîna ku gaziya min dikirin. Eger ez bi çavekî hunermend li xwe binêrim divê ez stranên xwe li wira bêjim. Eger ez li Ewrûpa rûnim û li ser serpêhatiyên zindana Diyarbekirê bêjim ev mîna xezel û kilamgotina ji dûr ve bi min tê. Min xwest ez di nava vê têkoşînê de zordestiyan hîs bikim, di nav wê têkoşînê de ez kesayeta xwe, nasnameya xwe peyda bikim.

Ferhat Tunç ev 30 salin li welatekî mîna Tirkî bi vî awayî bi hunerê ve mijûl e û bedelê vê jî daye û dide. Bi sedan car hatiye binçavkirin, bêhjmar doz lê hatine vekirin. Li gelek bajarên Tirkiyê îro jî ew nikare konseran bide. Û 180 sal cezayê zindanê jê re hatiye xwestin. Halê hazir cezayekî taloqkirî li ser heye û ew niha bi şert li derve ye. Lê tu îşaeretên ku ev kurdê Dêrsimî ji ya xwe deyne nexuyane. Wî muzîk mîna navgîneke têkoşînê hilbijartiye û bi riya wê hewl dide dengê xwe bide bihîstin.

– Li dewletên xwedî rejîmên otorîter gereke hunermend şervanê gelê xwe be. Huner bi têkoşînê ciwan dibe. Eger hûn derveyî têkoşînê bin, xetera kuştinê li ser we nebe, hûn nekevine zindanan, neyêne girtin, gef li we neyêne xwarin, hûn neyêne kuştin wek hunermend tu wateya we jî namîne.

Ji ber vê helwest û sekna xwe li Tirkiyê ew tûşî gelek tahde û zordestiyan tê, sansur û astengkirin bûne beşek ji jiyanê. Bes di qada navnetewî de, yek ji hunermendên ji Tirkiyê yê herî pêşeng e. Ev deh sal in ku ew di Foruma Muzîka Azad (Free Muse) de nûnerê Tirkiyê ye, di 2009ê de xelata muzîka azad ya cîhanî wergirtiye, di salonên herî bedew yên navnetewî de konseran pêşkêş dike û dema babet tê ser diyarkirina bîr û baweriyan ew di dinyayê de mîna yek ji kesên sereke tê destnîşankirin.

Nêrîneke wiha heye ku gereke hunermend bi mesafe nêzîkê sîyasetê bibe, gereke huner bikaribe serbixwe bimîne. Lê ser û binê Ferhat Tunç siyaset e:

– Xwezî em li welatekî welê bijiyana ku gotin û tevgerên me wek sîyasetkirinê nehatibana dîtin. Lê siyaset û huner hevûdu temam dikin. Eger hûn li welatekî zordest bin, li welatekî ku azadî û demokrasî lê tuneye û hewl bidin bibine dengê gel, bibine hunermendekî ku nûnertiya wijdanê gel dike wê demê gotin û peyamên we divê ji yên sîstemê cuda bin.

– Eger gelê we di nav têkoşînê de be, di bin tahde û zordariyê de be divê tu li tenişta gelê xwe bî. Eger hin nirxên wî gelî hebin hunermend li cem wan nirxan e. Di rewşeke wiha de em çawa dikarin behsa bêalîtiyê bikin. Bi min ev fikir daxwazeke zihniyeta serdest e. Ev ne serbixweyî ye. Seribxweyî ew e ku mirov ne li aliyê pergala serdest be. Serbixweyî ew e ku mirov nûnertiya wijdanê gel bike, bibe deng û guhê gel, bi têkoşerên azadiyê re be.

Ferhat Tunç xwe mîna kurd, elawî û têkoşerekî Dêrsimî dide nasandin. Lê hunera wî ya heta niha bêhtir bi zimanê tirkî ye. Tenê albuma wî ya dawî sade ji kilamên dimilkî pêk tê. Tunç vê jî dike gunehê sîstemê û behsa bîranîneke xwe ya zaroktiyê dike:

– Heta 7 salî min tirkî nizanîbû. Wextê ku me dest bi dibistanê kir mamoste digot hûn li malê bi kurdî axivîne. Me digot tu çawa dizanî, digot çivîk ango teyrik ji min re dibêjin. Em jî li gorî aqilê xwe yê zaroktiyê me qosk çêdikirin û diçûne nêçîra çivîkên ”sîxur”.

Ferhat Tunç dimilkî yan jî bi gotina wî kirmanckî baş diaxive û dibêje ew niha li Stenbolê diçe dersên ji bo xwefêrkirina kurmancî û dibêje:

– Ez ê ji niha û pê de di hunera xwe de giraniyê bidime ser zimanê xwe yê dayikê.

BESIR KAVAK
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".