Wêne: Marcus Eriksson/Ekot.

Dezgeh karmendên xwe baş naparêz e

Gelek dezgehên swêdî divê di karê parastina karmendên xwe de baştir bibin û baştir li rewşên tehdî, gef û şideta hember karmendan binerin. Piştî ku dora 1500 çavdêrîkirinên ciyên karî di temamê Swêdê de hatin kirin,   dezgeha jîngeha karî, Arbetsmiljöverket eşkere behsa vê astengiyê dike.

Piştî karê çavdêrîkirinê diyar bû ku ji10 xwedanên karî 7 ketine li jêr merca peydakirina çareyan ji bo van astengiyan û baştir karmendên xwe biparêz in. Berndt Johansson, birêvebirê projeyê li dezgeha jîngeha karî dibêje ev grûpeke berxeter e:

-Ya taybet bi karê dezgehan ve ew e ku yên dabeşlêner yên bi swêdî ji wan re dibêjin handläggare, biryaran didin ku karin di demeke dirêj de li ser jiyana mirovan bi banor bin, û ev biryar karin aciziyan saz bikin bi awayekî ku di dawiyê dibe rewşeke xeter û bi tirs.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".