Wêne: Janerik Henriksson/TT.

Cezeyên tundtir ji bo tawanên bikaranîna çek

Lêkolîneke dewletî pêşniyaz dike ku cezeya ji bo tawanên bikaranîna çek divê bên guherîn û tund bibe. Lêkolînerê vê lêkolînê Petter Asp ji Radyoya Swêdê re dibêje ku divê tawaneke din jî lê zêde bibe, ew jî tawana giran ya çekan ya taybetî ye û ya kare ta şeş salan di zindanê de bide. Li gor vê pêşniyaza nû divê ew kesê xwedan gelek çek û sîlahên cuda be bi kêmanî cezeya sê sal û ta herî bêhtir şeş sal di zindanê de werbigire.

Di heman demê de jî daxwaz heye ku cezeya herî kêm ya tawana çekan ji şeş mehên îro bibe salek di zindanê de.

Wezîra dadê Beatrice Ask diyare bi vê pêşniyazê raziye û dibêje ku li gor texmînan ji 1 meha nehan ya vê salê de kare destpêbike.

 

 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".