Kêmasîyên agahîyan kitêba li ser Guillou rawestand

Kitêba rojnamevan Paul Frigyes ya derbarê nivîskar û rojnamevanê mezin yê swêdî Jan Guillou, Höjd över varje misstanke, dê çareke din danekeve bazarê. Li gor ragihandinên beşê nûçeyên çandî yê Radyoya Swêdê, weşanxaneya Norstedts nuha dibêje ku mixabin kêmasî di karê çavdêrîkirina agahiyên di kitêbê de hebûn û ji ber wê jî ji Frigyes û Guillou daxwaza lêbûrînê dike.

Di destpêka vê salê de ev kitêb hate çapkirin û li bazarê belav bû lê piştî ku Guillou hember beşin ji agahiyên di kitêbê de hebûn derket, hişt ku ev kitêb ji bazarê vegere. Nuha weşanxaneya Norstedts di malpera xwe de dinivîse ku ew temamê berpirsiyariya vê bûyerê diavêje li ser xwe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".