Pûana qebûlbûna li zaningehê bilind dibe

Bi armanca başkirina xwendina mamostetîyê hikûmet pêşnîyaz dike ku pûana ji Îmtihanên Netewî yên Zaninghê ya ji bo qebûlbûna xwendina bilind berztir bibe û bibe kêmasî ji 0,5 pûan. Pûana herî zêde ji îmtîhanê 2,0 e.

Di payîza 2012’an de 123 kes bi pûana 0,1 ji îmtîhanê dest bi zaningeha mamostetîyê kiribû û vê yekê rê li ber nerazîbûnan vekiribû, ji ber encamek wisa mirov dikare bêyî xwendina pirsên îmtîhanê jî wergire.

Xwendina mamostetîyê gelek sal in li Swêdê ji ber perwerda qels û xwendekarên xwe yên bi notên nizim, tê rexne kirin.

Îro piranîya beşên zaningehan ji sisîyan yekê cihên xwe ji bo kesên îmtîhana zaningehê dane re vediqetînin.

Wezîrê dibistanan Jan Björklund dibêje bi pêşnîyaza herî nizim 0,5 ji îmtîhanê re ew şertên girantir li ser xwendekaran ferz dikin û hêvî dikin ku bi vî re sewîyeya dibistana mamostetîyê were bilindkirin.

Piranîya wan kesên bi notên û pûanên nizim dest bi xwendina bilind dikin piştî demekê dev ji vê berdidin. Bi ya hikûmetê piranîya van şagirtan ne xwedî wan pêş-zanebûnan in ku karibin dibistana mamostetîyê de bi serkevin. Û hîn zaningeh jî bi armanca ku telebeyên wan xwendina xwe berdewam bikin sewîya perwerdeyê dadixînin, bi ya wezîrê dibistanê Jan Björklund, ku dibêje şagirt tên xapandin. 

Federasyona sendîkayên mamosteyan, Lärarnas riksförbund, û çend dibistanên bilind yên mamostetîyê xêrhatina pêşnîyaza hikûmetê dikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".