Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Elîta swêdî 46 maaşên karkerekî werdigire

50 rêvebirên endûstrî û bazirganîye ku maaşên herî bilind werdigirin ji karkerek endûstrîyê 46 car zêdetir pare dikeve destê wan.

Ewqas pareyî karkerekî sanayîyê encax seranserê jîyana xwe dikare berhev bike.

Vê yekê lêkolîna konfederasyona karkeran LO ya li ser ferqa hatinîya salane ya di civakê de nîşan dide.

Serokê LOyê Karl Petter Torvaldsson dibêje ev mirovên ji elîta xwedî hêz ya sanayîya swêdî heger maaşên xwe bi nîvî kêm bikin û maaşên karkeran bilindtir bikin wê demê dê ev ji bo mezinbûna aborî ya Swêdê baştir be.

Li gorî lêkolînê 10 midûrên gîştî yên sektora dewletî jî nêzî 20 caran zêdetirî karkerk sanayî yê maaş werdigire.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".