15 000 penaber asê mane

Daîreya koç her sal bi sedan milyon kron li dîtina malên ji bo penaberan serf dike, ji ber ku şaredarî naxwazin penaberên mafê rûniştinê wergirtin qebûl bikin û wan bi-hewînin.

Li gorî texmînên Daîreya Koç di halî hazir de ew nikarin nêzî 15 hezar kesî li şaredarîyan bicîh bikin, tevî ku wan mafê rûniştina li Swêdê wergirtine.

Ji ber vê sedemê xanîyên penaxwazîyê tije ne û gerek e Daîreya koç xanîyên acîl yên buha ji bo wan kirê bike.

Hikûmetê wezîfe daye Daîreya koç ku bi hevkarîya çend meqamên dewletî re vê rewşê di çav re derbas bike û hetanî 10 nîsanê beşek ji rapora xwe pêşkêş bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".