Doz li êrîşkarên nazî yên li Kärrtorpê vebû

Îro li wan 7 kesên 15 kanûna sala çûyî li taxa Kärrtorpa Stockholmê êrîşê xwepêşandanek li dijî nazîzmê kiribûn doz hat vekirin.

Grûpa ”Nätverket Linje 17” vê xwepêşandanê li darxistibû û rêxistina nazî ya swêdî Rêxistina berxwedanî ya swêdî SMR êrîşê wan kiribûn.

Di serdana gilîyê de tê gotin van kesên nazî bi avêtina kevir, şûşe û teqemenîyên dengan êrîşê xwepêşandanê kirine û di dest wan de çov û mertal hebûye.

Tewanên din ku êrîşkar pê têne sûcdarkirin hilgirtina çekan, taadakirina komekî gelan, axaftinên taadayî ya li dijî cûhîyan û li gorî îddîanameyê yek ji êrîşkaran jî silava nazîyan daye û navê Adolf Hitler qîrîyaye.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".