Sara Choghrich /Sveriges Radio
Mehrdad Darvishpour xwediyê doktoraya civaknasiyê ye. Wêne: Sara Choghrich /Sveriges Radio

Koça welatekî din bandorê li nêrînên zilaman dike

'Hemû zilamên biyanî zordest nînin.'
6:17 min

Zilamên swêdî  li hemberî normên civakî û wekheviyê îtaetker têne dîtin, lê bawerî ew e ku zilamên din, ango zilamên bi kokên biyanî  pirrtir li gorî normên patriyarkalî tev digerin. Ev yek ji aliyê civaknas Mehrdad Darvishpour ve tê ragihandin ku lêkolîneke bi navê ’Zilam û wekhevî’ yê nivîsiye. Li gorî wî ev nêrîn ne rast e.

Mehrdad Dervishpour dibêje, li vê derê ’zilamên din’ zilamên biyanî  yên li swêdê ne û  ez dixwazim nîşan bidim ku ev dîtinên li ser van herdu grûpên zilaman şaş in. Ne hemû zilamên swêdî alîgirê wekheviyê ne, û ne jî hemû zilamên biyanî patriyarkal û zordar in. Lê li berevajî vê wekhevîgirî di van herdu grûpên zilaman de tê guhertin. Zilamên patriyarkal û nostaljîk di nav herdu grûpan de jî têne dîtin.    

Ev nêrînên Darvishpour ji lêkolîneke berfireh e ku li ser zilaman û wekheviyê hatiye amade kirin. Lêkolîn li ser daxwaza Wezareta wekheviyê hatiye amade kirin û vê pêncşema buhurî Darvishpour ew  teslîmî Wezîra wekheviyê Maria Armholm kiriye. Di rapora amadekirî de li ser mijarên  cuda yên di derheqa zilaman de tê sekinandin û lêkolîner bi pirranî li ser perwerdehî û nêrînên zilaman ên civakî hûr dibin.

Yek ji berpirsiyarê vê lêkolîna berfireh Svend Dahl li ser perwedehiya lawan disekine. Ew dibêje bi qasî ku ji par ve pêşveçûneke mezin pêk hatiye dîsa jî pûanên kurrikan  ji yên keçikan kêmtir in. Pûanên kurrikan di lêkolîna PISAyê de jî ji yên keçikan kêmtir bûn.

Baweriya Dahl ew e ku êdî  mamosteyan dev ji pêşvebirina kurran berdane. Ew hew hewl didin da ku pûanên keçan û kurran weke hev bibin. Ji ber vê yekê jî ew di raporê de diyar dike ku divê dibistan ji bo guhertina helwesta kurran a li dijî dersxwendinê bixebitin. Herwiha divê toleransa li hemberî seksîzm, acizkirin û levdanê sifir be.

Dahl dibêje, ev helwesta li dijî dersxwendinê ya di nav lawan de weke hevkariyeke komî ye. Lê sedema vê herwiha nêrîn û hêviyên dibistanan yên li ser xwendekarên kurrik e. Dibistan di gelek cihan de ji delva ku alîkariya kurran bike, dibêje ’ma ne jixwe kurrik wisa ne.’

Ev aliyê lêkolînê yê li ser perwedehiya kurran li ser mijarên ku kurr dixwînin jî disekine. Li gorî raporê divê hewl were dan da ku zilam mijarên ku bi pirranî weke mijarên jinan têne dîtin bixwînin. Ji ber ku di bazara karî de pêdivî bi personelê ku kare di van karan de bişixule heye.  Lêkolîn herwiha nîşan dide ku di sîgortaya dê û bavan de newekhevî hene û şideta mêran a li hemberî jinan ji aliyê civakê ve heta dereceyekê tê qebûl kirin.

Li ser têkiliya wekhevî û etnîsîteyê  Darvishpour dibêje koça bo welatekî din dikare gelek caran ji bo zilaman bibi paradoksek. Ji bo gelekan koça bo welatekî din tê wateya tiştên pozîtîv ên weke perwedehî û kariyerekî baştir. Dema wisa be ev alîkariya întegrasyon û wekheviyê dike. Lê eger rewş  berevajî  vê be wê demê aliye mêrankî yê patriyarkal bi qewet dibe.

Ji bo gelek zilamên bi kokên biyanî koça welatekî din tê me’neya hêzwindakirinê. Sinifa wan nizm dibe. Gelek ji wan cih û statûya  li welatê xwe winda dikin û li vir bê kar dimînin, têne marjînel kirin û li derveyî civakê dimînin. Wê demê ev hêzwindakirin kare bibe sedema biqewetbûna patriyarkalîzmê. Radigihîne Mehrdad Darvishpour.

Ew berwewam dike û dibêje  ev rewş pirrê caran dike ku hêza mêr û jinan cih diguhere. Dema jin îmkanên baştir bi dest dixin statûya wan bilind dibe û dikarin êdî li ser zilaman xwediyê hêz û gotinê bin. Li hemberî vê windakirina qeweta xwe zilam jî pirrê caran aliyê xwe yê cinsî û patriyarkal derdixine pêş.

Darvishpour dibêje mirov nikare bi awayekî zelal bêje ka maweya li welatê nû bandorekê li ser helwesta zilaman dike, an na. Ji ber ku ev bi pirranî li gorî rewşa sosyoekonomîk bi pêş ve dikeve. Ango eger statûya zilêm ya li welatê nû bi awayekî pozîtîv hatibe guhertin dibe ku mawe jî alîkariya guhertineke pozîtîv bike. Lê eger maweya li welatê nû bûbe sedema segregasyon û tenêmanê, zehmet e mirov bêje bi zemên re helwestên patriyarkal li welatê nû zeîf dibin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".