Çavdêrê Giştî Claes Norgren dê Wezareta Derve kontrol bike. Foto: Bertil Ericson/Jonas Ekströmer/TT

Alîkariya ku WD dabeş dike tê kontrol kirin

Hikûmet tê kontrolkirin
3:45 min

Çavdêriya giştî wê kontrol bike bê Wezareta Derve (WD) alîkarî û xêrxwaziyê çawa parve dike. 

Ji bo ku wek alîkarî bide rêxistinên navnetewî û ciyên muhtac wezareta derve salê 11 mîlyar kron pere werdigre. Çavdêriya Giştî (Riksrevisionen) pêşlêkolînek kiriye û xuya bûye ku di dabeşkirina vê alîkariyê de hin gumanên kêmasû û bêusûliyê hene.

Çavdêrê Giştî Claes Norgren dibêje pirs ew e bê pereyên dewletê bi çi awayî hatine bi kar anîn û em ê binêrin bê pereyên bacê bi rengekî ku sûdê bide bacdêran tê bi kar anîn yan na.

11 mîlyar kronên ku her sal ji aliyê wezareta derve ve tê belavkirin diçe ji derdorê 80 rêxistinên cuda re. Di nav rêxistinên ku alîkariyê werdigrin de organên cuda yên NY û Bankeya Cîhanî hene.

Ji pêşlêkolîna hatî kirin xuya dibe ku îhtîmala hin kêmasî di dokumentasyona belavkirina pereyan de derketitibn hene û zehmet e mirov bibîne bê hin pere ji ber çi sedemê hatine dayin. Lewra di vê nîvsala pêşiya me de Çavdêriya Giştî wê kontrol bike bê wezareta derve bi çi şêweyî kar dike.

Çavdêriya Giştî wê di kontrolê de herwiha binêre bê wezareta derve vî karê xwe çawa rapor jî dike. Li gor Claes Norgren îşaret têne dîtin ku di raporkirina ji bo parlamento de kêmasî hene û baş zelal nabe bê pereyên ku ji bacê têne berhevkirin çawa têne bi kar anîn.

– Kontrola raporan beşek ji lêhûrnêrina me ye. Em dixwazin li raporan binêrin bê ew çawa hatine dirustkirin.

Pareke girîng ji xêrxwaziya Swêdê ji aliyê rêxistina SIDA ve tê belavkirin û Norgren dide zanîn ku ew ê li belge û raporên wan jî binêrin.

 

Berya niha jî alîkariya ku wezareta derve dabeş dikir dihate kontrolkirin, lê berya çend salan ew hatibû betalkirin. Bi betalkirina hingî re gotûbêjên germ li ser derketibûn û niha Claes Norgren dibêje pêwistî bi lêhûrnêrînekê nû heye û ew hesab dikin ku lêhûrnêrîn di payîzê de bê eşkerekirin.

– Em ê hikûmetê, wezaretên girêdayî wê û tevahiya zincîra birêvebiriyê kontrol bikin. Em ê binêrin bê hikûmet malê dewletê çawa dixebitîne. Lê em ê vêya bi metodên objektîv yên bêalî bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".