Mats Andersson/TT
Gelek penaber ji bo kar û jiyaneke asayî li benda bicihkirinê ne. Wêne: Mats Andersson/TT

Penaberên mafê rûniştinê distînin bê cih dimînin

"Sedem tunebûna xaniyan e."
6:26 min

Piştî ku mirov li Swêdê mafê rûniştinê distîne divê mirov bi sekine heta ku li şaredariyekê were bi cih kirin. Da ku karibe dest bi jiyana xwe ya asayî bike. Vêga xuya ye ku 10.800  kes li benda bicihkirina xwe ne. Li gorî Daîreya Koçê ji van 2.200 kes  zêdeyî nîvsalê ye ku li hêviya bicihkirinê ne û nêzîkî 600 kesî jî ji vêga ve  zêdeyî salekî sekinîne.

”Gelekî nexweş e ku min hê cihek nedîtiye ez lê bijîm. Ez tim li ser vê difikirim, ev problemeke mezin e ji bo min.”  Ev gotinên Rahen Hagos in ku li maleke penaberan a Daîreya Koçê dimîne. Hagos di vê mala duode de bi du kesên din re dimîne. Di rewşa asayî de divê Hagos ne li vir bane, ji ber ku ev nêzîkî salekî ye wê mafê rûniştinê standiye û divê ji aliyê şaredariyekê ve bihata bi cih kirin. Lê Hagos hê jî li bendê ye.

Dema kesek  mafê rûniştinê distîne  divê Daîreya Karî miqate be da ku ew kes di demeke kurt de li şaredariyekî bi cih bibe. Lê îro ev miqatebûn gelekî bi kêr nayê, ji ber ku  li gorî agahiyên Daîreya Karî li şaredariyan ji bo bicihkirinên sala 2014  7hezar cih kêm in.

Ji  5 kesan yek ku li benda bicihkirinê ye ji 6 mehan zêdetir sekiniye. Ev rewş Daîreya Karî nearam dike, ji ber ku wezîfeyek ji yên wê ew e ku miqate be da ku hemû penaberên mafê rûniştinê distînin dest bi şixul bikin.

Johan Nylander li Daîreya Karî  koordînatorê xebatê, ye. Ew dibêje diyar e ku ev libendêmana pasîv bandoreke nebaş li ser destpêkirina jiyana asayî ya van kesan  dike. Ji ber vê yekê em dixwazin giraniyê bidine ser tedbîrên şexsî da ku kesên mafê rûniştinê distînin karibin di demeke kurt de dest bi jiyana xwe ya kar a li Swêdê bikin.

Ji bo bicihkirina sala 2014an  zêdeyî 14hezar cih lazim in, li gorî lihevkirinên li ser bicihkirinê 7hezar cih kêm xuya dikin. Di heman demê de hem penaberên nû tên û hem jî hejmara kesên ku xwediyê mafê rûniştinê ne û li benda bicihkirinê ne zêde dibe.

Birgitta Hart Carpenter koordînatora giştî ya bicihkirina penaberan  e. Ew dibêje sedema sereke ya vê yekê tunebûna malan e ku yek jî kêşeyên sereke yên Swêdê ye.

Carpenter dibêje carinan li derveyî bajaran li gundan mal hene lê ji ber ku xizmetên lazim û îmkanên kar li wan deran kêm in an jî qet nîn in kes li vir nayê bi cih kirin. Ji aliyê din ve jixwe li bajarên mezin tunebûna malan problemeke mezintir e.

Carpenter diyar dike ku ev rewş rewşeke neasayî ye. Vêga hejmara penaberan bilind dibe û ev jî wan ji gelek hêlan ve  mecbûrî afirandina çareseriyên demkurt û demdirêj dike. Li gorî Carpenter ji bo ku ev rewş ber bi başiyê ve here divê koordînasyona navbera şaredariyan were biqewet kirin û divê şaredarî karibin bi hesanî alîkariya weke xizmetdanê û tezmînatstandinê ku ji bo van karan ji wan re lazim e bistînin.

Wezîre entegrasyonê Erik Ullenhag dibêje belkî hejmara cihên kêm heta 10hezan jî bilind bibe. Ew balê dikişîne ser girîngiya bicihkirinê û dibêje wan sîstemeke tezmînatê ya nû saz kiriye da ku şaredarî karibin ji heqê mesrefan derkevin. Li gorî vê sîstema tazmînatê, şaredarî dê ji bo her kesekî ku bi cih dikin mîqtareke pereyan bistînin. Ullenhag dibêje ew di heman demê de li ser rêyên din ên çareseriyê yên weke hevkarî û koordînekirina  şaredariyên biçûk jî dixebitin.

Ew dibêje rast e ku tunebûna xaniyan problemeke mezin e. Lê li aliyê din hin şaredarî hene ku karin penaberan bi cih bikin lê dîsa jî wan qebûl nakin. Ew dibêje hin bajarên rojavayê Swêdê, hin ên dora Stockholmê weke Täby û hin li Skåneyê weke Vellinge dikarin lê naxwazin penaberan bi cih bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".