Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

YE xala giring ya gotûbêja siyaseta karûbarê derve bû

Hat weşandin onsdag 19 februari 2014 kl 09.33
Wezîrê karûbarê derve Carl Bildt û cêgirê serokê komîsyona karûbarê derve, Urban Ahlin. Wêne: Leif R Jansson/TT.

Îro wezîrê karûbarê derve Carl Bildt beyannameya siyastea karûbarê derve ya hikûmetê pêşkêş kir, ya piraniya wê derbarê hevkariya bi Yekîtiya Ewrûpayê re bû ber bi hilbijartinên parlamana yekîtiyê di gulanê de. Lê beriya wî beyannameya nivîsîkî xwende çend gotin derbarê rewşa herî dawî li Ukraînayê got.

-Bildt derbarê pêşketinên herî dawî li Ukraînayê got ku îro rojeke tarî ye ji bo temamê Ewrûpayê, li ser cadeyên yek ji paytextên me de mirov tên kuştin.

Bildt hewildana ber bi hevkarîyeke di navbera YE û Ukraînayê de rave kir û bê çawa hikûmeta ukraînî, piştî dextên ji derveyê welat, biryara xwe da ku xew vekişîne. Û Bildt herweha behsa lidijderketinên ku îro bi zor û şidet hatine şikandin kir:

-Destên Janukovytj bi xwînin. Ez bi tirsim ku ev rêya wî hilbijartiye bêhtir êş û şidetê bide. Tenê wî, ango Janukovytj karîbû vê pêşketinê rawestîne, wî karîbû hevkarîyeke rasteqîn bi opozisyona demokratîk saz bike.îk saz bike.

Lê di şûnê de wî şidet bi kar anî, mirov hatine kuştin, xwepêşanderên aştîxwaz, lê di vê şideta li dar her polîs û kesên din jî tûşî zerer û lêdanê bûne. Bildt berdewam kir û got ku Ukraîna ber bi rojên tarîtir ve diçe lê ew piştrast e ku di dawî de dê Ukraîna bi awayên demokratîk ji van şidetxwazan xilas bibe.

Ji bilî Bildt, piranîya axaftvanên beşdarî gotûbêjê bûn bûyerên li Ukraînê yê şermezar kirin.

Dema Bildt dest bi beynnameyê siyaseta karûbarê derve kir, giranî herî bêhtir li ser Yekîtiya Ewrûpayê û hevkarîya ewrûpayî hate danîn. Wî got ku di meha gulanê de hemwelatî karin beşdarî hilbijartinên parlamana YE bibin û di axaftina xwe de hişiyarî da rexnegirên hevkarîya Yekîtiya Ewrûpayê û got:

-Ji wan dengan re, hem di Swêdê û Ewrûpayê de, yên dixwazin hevkariya ewrûpayî lawaz bikin yan jî bişkînin bi zelalî dibêjim: dê rakirina berpirsiyarîya dîrokî ji bo şikandina hevkarîya ewrûpayî girna be.

Eger mirov hevkariya ewrûpayî lawaz bike wê demê mirov imkanên ji bo refahê û pêşketinê jî lawaz dike.

Bildt berdewam kir û got ku dijminatîya Ewrûpayê û dijminatiya xerîb û biyanîyan bi hev ve girêdayî ne û ev qedexeya tengbînîyê dê bi hêz û bi bawerîyê bên têkoşînkirin.

Derbarê pirsa berfirehkirin yan jî mezinkirina YE, Bildt tesbît kir ku hikûmeta Swêdê li alîgirê mezinkirina YE ye û Turkiye wekî nimûne anî ziman:

-Nêzîkatîya YE hêza herî li pêş e ji bo karê guherîna reforman li Turkiyê. Beşekî nû di gotûbêja derbarê endametiya Turkiyê de vebûye, gaveke pêşîn e ber bi hêsankirina warê vîsa yê.

Lê guherîn û reformên din pêwîst in ji bo bi hêzkirina mafê mirovan û karê serxwebûna sîstema dadmendîyê. Bildt berdewam kir û got gavên giring di vê rêyê de guherîna qanûna bingehîn ya Turkiyê ye û gavên biserketî di pêvajoya aştiyê ya pirsa kurdî de jî.

Carl Bildt derbarê rewşa Sûrî got ku divê ev zor û şidet rawest e û çareserkirineke siyasî divê berfireh û kamil be.

Swêd bi 700 milyon kron beşdarî karê yarmetîya ji bo Sûrî bûye û dê di vê salê de bi kêmanî 230 milyon kron yên zêde bide yarmetiya ji bo Sûrîyê.

Nûçeyek di beyannameya vê salê de ew bû ku îro hikûmet biryar da yarmetîyê bide Organa Navneteweyî ya Enerjîya Atomî ji bo karê çavdêrîkirina peymana enerjiya nukleerî ya bi îranê re.

Bildt got ku dengê Swêdê ji bo çareserkirineke diplomasî bi hêz e û ya tê bi wateya ku îran jî divê pêbendîyên xwe bi cî bîne.

Li gor beyannameya vê salê, hikûmet dixwaze herî dereng di 2015 de bazirganiyeke bêhtir di navbera YE û Welatên yekbûyî yên Amerîkayê de bibîne.

Ji aliyê Rûsiyayê ve jî, Carl Bildt got ku divê YE giranîyê deyne ser êrîşên neqebûlbar yên hemberî mafê mirovan dibin.

Pirseke din pirsa çavdêrîya internetê bû.

Bildt got ku Swêd ji welatên li pêş e ji aliyê azadiya li ser internetê ve lê wî got jî ku carê kontrolkirin yan jî çavdêrîkirin pêwîst e ji bo pêşîlêgirtina tawanan û parastina dezgehên demokrasîyê. Lê wî xwest zelal bike ku mebesta sereke bi vî karî parastina azadîyê ye, parastina herêma kesî ye û mafê take kes e.

Namzedkirina Swêdê di encûmena ewlekarîyê ya Neteweyên Yekgirtî de, yek ji xalên mezin bû di beyannameya siyaseta karûbarê derve de.

Bildt eşkere kir ku Swêd ji bo ciyekî di encûmena ewlekarîyê ya Neteweyên Yekgirtî de 2017 ta 2018 namzed e û li gor Bildt namzediya Swêdê bi hêz e:

-Ev namzedkirin, bi piştgîrîyeke welatên bakûrî, dê ji jîrbûn, şiyandarî û eleqdariya me wekî endamekî NY li pêş deyne û jê bi bawer be.

Swêd welatê şeşem yên mezin e ji aliyê pêşkêşkirina yarmetîyê ve ji bo sîstema NY, me ta nuha dora 80 000 kes di xizmeta NY de hebûn. û em welatê sêyem yê mezin e ji aliyê dana yarmetiya mirovî ve, îca lîsteya me ya NY bi hêz e.

Bildt herweha agahdarî da û got ku dê Swêd balyozxaneyên nû veke, li Yerîvan, Baku, Doha û dê amadeyîya diplomasî ya swêdî li Ghana, Myanmar û Peru saz bike.

Piştî pêşkêşkirina beyannameya siyaseta karûbarê derve îca gotûbêj dest pêkir, bêgûman di gelek pirs hatin şîrove kirin lê pirsa Ukraîna yê herî aktuel bû.

Di nav beşdarvanan de, Urban Ahlin yê Sosyaldemokrat rexne li çendîn xalên hikûmetê kir û Bildt bi nebiserketina siyaseta YE ya bi, wekî nimûne Ukraîna re tawan bar kir:

-Ahlin got ku ya herî giring tun kêm e û ew jî awurê endametiyê ye. YE naxwaze welatên rojhilatê Ewrûpayê bibin xwedan mafê endametiyê, li gor peymana YE. Ku ew jî welatekî ewrûpayî ne û divê xwedan mafê daxawza endametîyê ne di YE de.

Ahlin di dest pêkê de jî behsa ewşa li Ukraînayê kir û dext danî li ser Carl Bildt ku divê zelal be ji aliyê ku YE divê boykotên aborî deyne ser kesên li kolanên Ukraîna yê bi tawana rabûne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".