Di encama êgir de daîreyek bi temamî şewitî. Wêne: Anders Hildemar Ohlsson

Di şewatê de du jinan jiyana xwe ji dest da

Di şewata li  mala pîran de du jinan jiyana xwe ji dest da. Doh bi şev agir bi avahiya Vintertullen ya li Södermalmê ket û di encama êgir de du jinan jiyana xwe ji dest da û çar jin birîndar bûn.

Li gorî agahiyên polîs êgir li dora saet yekê şevê dest pêkir û di encamê de daîreyek bi temamî şewitî. Agir piştî saetekî hate vemirandin, lê dûmanê bêje hemû avahî zetim kir.

Her du jinan, piştî ku gihane nexweşxaneyê, jiyana xwe ji dest dan. Birînên her çarên din sivik in û ew di bin kontrola doktoran de ne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".