Bi agahiyên nerast meaş û kar têne veşartin. Wêne: Bertil Enevåg Ericson/Scanpix

Agahiyên nerast ên li ser kar têne teslîm kirin

Daîreya Bacê dibêje gelek karmend û kardêr  agahiyên nerast teslîmî wan dikin. Ji ber vê yekê ew ê kontrolên li ser agahiyên karî ku têne teslîm kirin zêdetir bikin.

Dema karmendek an jî kardêrek agahiyên nerast dide Daîreya Bacê, ew dikare  di bin van agahiyan de karekî din bikin. Ango agahîyên ku ew didine daîreya Bacê û karê ku ew dikin hevdu nagire. Daîreya Bacê dibêje ku ev sedema zêdebûna şixulê reş e.  

Berpirsên daîreya Bacê vêga li ser vê kêşeyê zêdetir dixebitin, lê ji ber mezinahiya problemê ew nikarin hemû agahiyan kontrol bikin. Biya wan divê qanûna li ser agahî teslîmkirinê were guhertin û mirov êdî ji delva salê carekê ve her meh agahiyên xwe yên karî teslîm bike da ku ev sextekarî ji holê rabin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".