Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Gel dixwaze Victoria vêga bibe seroka dewletê

Hat weşandin onsdag 19 februari 2014 kl 12.20
Victoria zaroka herî mezin a Qrêl e. Wêne: Scanpix

Gel dixwaze  Victoria li ser textê qraliyetê bibîne. Di nav gelê Swêdê de ji sedî 48 dibêjin bila êdî Qral Carl Gustav teqewît bibe. Ew dixwazin ku keça wî Victoria weke seroka dewletê bibînin.

30ê nîsanê ’emrê Qral dibe 68 û li gorî lêkolîna ku rojnameya Expressen çê kiriye fikra gel ew e ku êdî wextê teqewîtbûna Qrêl hatiye.

Li aliyê din ji sedî 47 dibêjin bila Qral li cihê xwe bimîne. Beriya sê salan jî lêkolîneke wiha hatibû çê kirin. Hingî ji sedî 38î digot bila Qral teqewît bibe û ji sedî 60î digot bila bimîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".