Sedemeke zêdebûna bilind vegera swêdiyan a bo welêt e. Wêne: Fredrik Sandberg/Scanpix

Nifûsa Swêdê ji hemû salan pirrtir zêde bûye

Nifûsa Swêdê ji hemû salan pirrtir zêde bûye. Nifûsa swêdiyan  di salekê de nêzîkî 89hezarî zêde bûye. Li gorî statîstîkan ev hejmar  ji sala 1946 an ve zêdebûna herî mezin ya salane nîşan dide.  

Tê ragihandin ku sedema zêdebûnê penaberên ji Sûrî û Somalî ne. Lê dîsa jî  hejmara herî mezin ku ji derveyî welêt hatine, ne penaber in, lê hevwelatiyên Swêdê ne ku vegeriyane welêt.

Li gorî heman statîstîkê hevdûberdana jin û mêran jî zêde bûye û zewac her ku diçe kêm dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".