Lêkolînên zanistî jî bandora jîngeha kar a li ser tendirustiyê dipejirînin. Wêne: SR

Jîngeha kar a xerab tendorustiyê jî xerab dike

Eger jîngeha kar xerab be, psîkolojiya yekî jî xerab dibe. Çend lêkolînên ku li ser jîngeha kar hatine çêkirin vê yekê tesdîq didin.

Giraniya kar û pirraniya wezîfeyên zêde dike ku elametên depresyonê yên li ser karmendan zêde dibin. Kêmbûna desteka mirovî, acizkirin û  nakokiyên di navbera karmendan de jî vê rîskê bilind dikin.

Li Swêdê ji sedî 7 mirovên gihîştî ku dişixulin di bin bandora depresyonê de dimînin. Ji ber vê rewşê hikûmetê Dezgeha nirxandina tibî wezîfedar kiriye. Dezgeh ji bo ku vê rewşê bi awayekî zanistî nîşan bide xebitiye û  ew bi taybetî li ser rewşa jinan hûr bûne.

Rapora Dezgehê nîşan dide ku bi rastî jî jîngeha kar bi awayên cuda bandorê li tenduristiyê dike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".