Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Bi zarokên emrbiçûk narkotîkayê didine firotin

Polîs dibêje ji ber ku zarok nikarin werine ceza kirin ev çete wan îstîsmar dikin. Wêne: SR

Li Vårberg ku girêdayî şaredariya Stockholmê ye komeke sûcdaran bi zarokên biçûk ên emrê wan di navbera 8 û 10 salan de narkotîkayê didine firotin. Rojnameya herêmî Mitti dinivîse belkî nêzîkê 40 zarokî tevlî vî karê neqanûnî bûbin.

Ev koma ku bi karî bi zarokan dide kirin, komeke sûcdaran e, ku ji ciwanên emrê wan li dora 20 salan pêk.

Vê biharê polîsê li herêmê xebite da ku firotina narkotîka ji holê rake. Ji bo vî karî 25 sîxurên sivîl ên li vê herêmê werine bi cih kirin. Polîs dibêje ji ber ku zarok ji bo ceza ne reşîd in ev çete wan bi kar tîne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".