Magdalena Andersson (S) ji pilana Anders Borg nerazî ye.

Borg bacê bilind dike – xwendin bihatir dibe

Alîkariya xwendekaran tê kêmkirin
6:26 min

Alîkariya xwendinê tê kêmkirin, baca wesayît, alkohol û tûtinê tê bilindkirin û jêbirîna prîvat ya hilanîna pereyên teqawîdiyê tê betalkirin.

Ev çend ji pêşniyazên hikûmetê ne ku îro ji aliyê wezîrê aboriyê Anders Borg ve hatine eşkerekirin.

Pêşbîniyên wezîrê aboriyê yên ji bo salên bê çi ne?
Wêneyê ku Anders Borg nîşan da zêde ne geşbîn bû. Hikûmet bawer dike ku rêjeya bêkariyê di van çar salên pêşiya me de dakeve lê geşbûna aboriyê wê zêde ne xurt be.

Wek nimûne jêkêmiya budçeya Swêdê wê ji %2 Hatinîya Neteweyî ya Nesafî (BNP) be. Ev tê wateya ku 70 mîlyar kron dê ji bo pêkanîna pilanên nû lazim be û lewra divê ji deverekê ev pere bêne peydakirin.


Hikûmet wê van pereyan ji kû bîne?
Borg di axavtina xwe ya îro de got reformên nû dê ”kron bi kron” bêne fînansekirin. Û behsa çend pêşniyazên hikûmetê kir.

Hinek ji van berya niha jî dihatine zanîn, wek nimûne bilindkirina baca alkohol û tûtinê ku berya niha jî Borg eşkere kiribû. Wî got ew ê tiştekî kêm bavêjine ser alkohol û çixarê.

Pêşniyazeke din ku berê jî hikûmetê qala wê kiribû

bilindkirina baca wesayitan bû. Pêşniyaza hikûmetê ew e ku bikaranîna karbondîoksîdê ji 20 kronan bibe 22 kron. Ev jî tê wateya ku erebeyên ku zêde mazot yan benzînê xerc dikin mesrefa wan bilindtir dibe.


Di tûrikê Borg de tu daxwazên nû jî hene ?
Ji bilî van pêşniyazên ku berya niha jî dihatine zanîn hin pilanên nû jî hatine eşkerekirin. Yek ji van alîkariya xwendinê ango studiebidrag bû ku tê kêmkirin e. Borg got:

– Em dibînin ku standina pereyên alîkariyê zêde bûye. Mirov dikare mehê bi 14 hezaran kar bike û di ser de 10 hezar alîkarî jî werbigre. Lewra alîkariya ku tê dayin wê mehê bi 300 kronî bê kêmkirin, lê mirov dê bikaribe mehê 1000 kronî zêdetir deyn bike.

Û pêşniyazeke din ya nû ku îro Borg eşkere kir betalkirina jêbirîna prîvat ya hilanîna pereyên teqawîdiyê bû. 

Halê hazir kesekî ku mehê 1000 kronî ji bo teqawîdiya xwe hilîne nehewce ye ku baca wan pereyan bide. Lê Borg dixwaze vê miqdarê pêşî daxe 240 kronî û di 2016ê de ji binî nehêle. Yanî eger kesek bixwazibe ji bo teqawîdiya xwe pereyan hilîne divê bêhtir bacê bide.


Ç
ima hikûmet pêwistiyê bi van guhertinan dibîne?
Di konferansa îro de wezîrê aboriyê gotineke wiha kir: Divê em xwe nexapînin ku krîza ekonomiyê derbas bûye. Îcar bendewariyeke hikûmetê ew e ku bi van reforman 9 mîlyar kron bêxe kaseya dewletê.

Lê ji bilî vêya sebebeke di ya bingehîn jî lîstika di navbera hikûmet û mixalefetê de ye. Bi vê gava niha re hikûmet dixwaze stratejiya hilbijartinê ya Sosyaldemokratan xerab bike. Ji ber ku Sosyaldemokrat dibêjin hikûmet bi daxistina bacê zerarê dide refaha Swêdê. Û vê dawiyê xuya dibe ku gel êdî ji dêla daxistina bacê dixwazin hikûmet giringiyê bide wek nimûne xwendegehan.


Muxalefet çi dibêje?
Derbarê kêmkirina alîkariya xwendekaran de partiyên muxalefetê yekser nerazîbûna xwe nîşan dan. Berdevka pirsên aboriyê ya Sosyaldemokratan Magdalena Andersson got:

– Ji ber ku Anders Borg pere xerc kirine divê xwendekar zêdetir pereyan deyn bikin. Ev mantiqekî şaş e û pirs kir bê gelo çima ev hikûmet ewqasî li hember xwendekar û xwendina bilind e.

Besir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".