Gilîkirin zêde dibin lê hejmara kesên ku tezmînatê distînin kêm dibe. Wêne: Ingvar Karmhed/TT.

Kêmtir kes tezmînate seqetiya tedawiyan distînin

Hejmara kesên ku ji ber seqetiyên nexweşxaneyan tezmînatê distînin kêm dibe. Statîstîkeke nû nîşan dide ku hejmara tezmînetdana seqetiyên ku di bin tedawiyan de çê dibin kêm dibe. Lê dîsa jî Dezgeha Sîgorteya Nexweşan sala buhurî 510 milyon kron daye nexweşên ku ji tedawiyan zerar dîtine.

Berî vêga ji sedî 40ê gilîdaran tezmînata maddî stand. Lê van salên dawî ev  hejmar bûye ji sedî 37. Bi qasî ku edî kêmtir kes tezmînatê distîn, hejmara kesên ku gilî dikin zêde dibe. Tê texmîn kirin ku sedema wê Qanûna ewlehiya nexweşan e ku beriya sê salan hate qebûl kirin û mafê agahiyê dide nexweşan ka ew ê çawa gilîkirinên seqetiyan bikin.

Pelle Gustafson ku li Dezgeha Sîgorteya Nexweşan doktor e, dibêje di eslê xwe de ev tişteke pozîtîv e. Li gorî wî bi qasî ku gilîkirin zêde dibin, tezmînatdan kêm dibe û ev jî tê wê wateyê ku xizmeta tendirustiyê ya Swêdê baştir dibe.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".