Krîmînelên trafîkê cezayan tucaran narazînin. Wêne: Henrik Montgomery/Scanpix.

Sûcdarên trafîkê xisarê didine bajarê Malmö

Li bajarê Malmö li ser navê 10 kesan 14 hezar erebe qeydkirî ne. Ev kes ji aliyê sûcên trafîkê ve xwediyê cezayên giran in û vê weke rêyeke pere bi dest xistinê bi kar tînin. Erebeyên ku li ser navên wan qeydkirî ne yên wan in. Xwediyê erebeyan xwe li ser navên wan qeyd dikin  û ji bo vê pereyan didine wan. Paşî çi cezayê trafîkê ji wan re were diavêjine ser van kesên krîmînel û jixwe ew jî van cezayan tucaran narazînin.

Valahiyên di qanûnan de karê van sûcdaran rehet dike. Sala buhurî bajarê Malmö ji ber cezayên nerazandî yên parkkirinên nerast 42 milyon xisar kir. Statîstîk nîşan dide ku par li Malmö ji her didu cezayên trafîkê yek hatiye razandin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".