Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Bo kêşeya xaniyan pêşniyazeke nû pêşkeş dibe

Hat weşandin torsdag 20 februari 2014 kl 11.32
Zehmetiya peydakirina xaniyan li Swêdê problemeke mezin e. Wêne: Jessica Gow/Scanpix

Îro Komîsyona avahîsazên nû, ango Nybyggarkommisionen, ji bo çareserkirina kêmbûna xaniyan pêşniyazeke nû pêşkeş dike. Komîsyon ji çend kesan pêk tê ku yek ji wan serokwezîrê berê Göran Persson e.

Li gorî komîsyonê mirov di xaniyên mezin de dijîn û zû bi zû xaniyên xwe naguherin. Ew dibêjin ku ev şensê ciwanan ê xanîpeydakirinê kêm dike.

Ew dibêjin ji bo ku ev were guhertin divê xerca avahiyan were zêde kirin û baceya ku ji qezenca avahîfirotinê tê standin were kêmkirin. Fikra komîsyonê ew e ku bi vî  awayî dê xanîguhertin erzantir bibe.

Komîsyon dibêje bila standina krêdiyên mezin were zehmet kirin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".