1 av 2
Håkan Hellström û Jenny Wilson piştî xelatgirtinê. Wêne: Erik Mårtensson / TT
2 av 2
Zhala (Jale) û Robyn bi hev re li galaya Grammisê. Wêne: Foto: Sara Kinberg/SR

Xelatên muzîkê Grammis hatine belav kirin

Doh êvarê xelata kevintirîn û grîngtirîn a muzîkê Grammis li Cirkusa Stockholmê hate belav kirin. Håkan Hellstöm û Jenny Wilson du stranbêjên biserketî yên şevê bûn.

Wan her yekî 3 xelat girtin. Strana Hellström a bi navê ’ Det kommer aldrig va över för mig’ weke strana salê û albûma Wilson ’Demand the impossible’ weke albûma salê hate xelatkirin.

Di şeva xelatdanê de herwiha stranbêja kurd a ku nû hatiye keşif kirin Zhala bi Robyn re strana xwe ya bi navê Prophet xwend.

Hin xelatên ku hatine belav kirin ev in.

Albûma salê: Jenny Wilson – ”Demand The Impossible”
Artista salê: Jenny Wilson
Xelata şerefê ya salê: Sven-Bertil Taube
Elektro/dansa salê: Icona Pop
Hiphop/soula salê: Stor

Popa salê: Veronica Maggio
Rocka salê: Håkan Hellström
Strana salê: Håkan Hellström – ”Det kommer aldrig va över för mig”
Bestekarê salê: Salem Al Fakir/Vincent Pontare/Magnus Lidehäll
Klîpê salê: Jenny Wilson & Daniel Wirtberg – ”Autobiography”

Stranbêja nûhatî ya salê: Linda Pira
Derhênera salê: Jenny Wilson
Gotinnivîsê salê: Håkan Hellström
Albûma zarokan a salê: Oddjob – ”Jazzoo”
Koma dansê ya salê: Elisa’s

Klama gelêrî ya salê: Tomas Ledin
Hardrock/metalla salê: Ghost
Jazza salê: Tonbruket
Klasîska salê: Karin Rehnqvist
Innovatorê salê: The Fooo

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".