Doz ji ber gumanên li ser karên Scania yên li Îraqê hatibû vekirin. Wêne:Fredrik Sandberg/TT

Scania ji doza lidijhatina qerara NY azad bû

Dadgeha Södertälje du karmendên Scania ji doza îhlalkirina qerarên Neteweyên Yekbûyî azad kirin. Du karmendên şirketa wasiteyan Scania dihatine darezandin ku ew di navbera salên 2001ê û 2003an de li dijî qerara tedbîrên aborî yên li hemberî rejîma Seddam Huseyin rabûbûn.

Ev herdu vêga karmend hatine azad kirin û hewce nake ku şirket cezayê maddî bide. 

Li gorî dozger Scania hevkariya şirketên ku li dijî van tedbîran dihatin kiribû û bi kesên îraqî re peyman çêkiribûn.  Lê lêkolînên berfireh ên ku hatine kirin nikarîne vê îdîayê îspat bikin û vêga hem herdu karmendan hem jî Scania ji dozê azad bûne.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".