Wêne: Scanpix

Wezareta karûbarên derve: neçine van herêmanan

Wezareta karûbarên derve gel îqaz dike ku divê ew Libnanê ji 10 kîlometreyan zêdetir nêzîkî sînorên Sûriyeyê nebin. Ev îqaz heta ku ji aliyê Wezaretê ve were guhertin dê li kar be.

Di nav cihên ku Wezaret balê dikişîne ser de deverên weke Arsal, Hermel, Wadi Khaled û banliyoyên li başûrê Beyrûtê jî hene.

Wezareta karûbarên derve radigihîne ku eger ne acil be divê gelê Swêdê neçe herêma Trablûsê, başûrê Libnanê, başûrê çemê Litani û Filistînê.

Sedema îqazê ewlehiya nebaş a li van herêman e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".