1 av 2
Madeleine bi Christopher O'Neilê ingilîz-amerîkan re zewiciye. Wêne: Björn Larsson Rosvall/TT
2 av 2
Madeleine di wêne de çarsalî ye. Wêne: Thomas Engström/TT

Keçikek ji dotmîra Swêdê Madeleine re çê bû

Doh li New Yorka Dewletên Yekbûyî keçikek ji dotmîra Swêdê Madeleine  re çê bû. Li gorî agahiyên ku malpera qraliyetê dide, mêrê dotmîrê li nexweşxaneyê pê re ye û hem rewşa dê hem jî ya zarokê baş e.

Şah û şahbanû ji rewşê agahdar in û tê texmîn kirin ku agahîdana resmî dê piştî dawiya heftiyê were kirin.

Xuya ye ku gotûbêjên li ser zarokê ji vêga ve dest pê kirine. Gelo zarok dikare li ser textê Swêdê rûne an na? Mêrê dotmîrê Chris O’Neil hevwelatiyê Dewletên Yekbûyî ye û katolîk e. Eger zarok tenê bibe hevwelatiya Dewletên Yekbûyî ew nikare li ser têxtê qraliyetê rûne. Eger ew li Swêdê mezin nebe an jî eger ew bi edetên katolîk mezin bibe dîsa ew nikare li ser textê Swêdê rûne.

Vîdeoyê li xwarê gulleavêtina ji bo şerefa zarokê nîşan dide.

 
Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".