Xwepêşandan ji mijdarê ve berdewam bûn. Foto: Marko Drobnjakovic/TT, Andrei Mosienko/TT.

Janukovich got: Ukrayna diçe hilbijartinan!

Hewldanan encam da
5:07 min

Xwepêşandanên gel û hewldanên navnetewî kir ku serokkomarê Ukraynayê Viktor Janukovich îlana hilbijartinan bide.

Di pevçûnên navbera xwepêşander û hêzên ewleyîyê de duh li Ukrayna zêdetir ji 60 kesî hatine kuştin. Şevê din û vê sibê jî rewş pir aloz bû lê tu pevçûnên nû derneketin.

Di heman demê de rayedarên YE di nav hewldanên cuda de bû. Ji aliyekî ve daxuyanî hatine dayin ku li hember birêvebiriya Ukrayna tedbîrên aborî û siyasî dê bêne girtin û ji aliyekî din ve li çareseriyeke aştîxwaz digeriya.

Berdevkê pirsên siyaseta derve yê Partiya Gel Fredrik Malm dibêje:

– Bi eşkereyî ji Ukrayna re hatiye ravekirin ku ji bo hevkariya bi YE re derî vekirîne, lê serokkomarê dewletê Janukovich bi bicîkirina nîşangiran li ser banên Kîevê bersiv daye. Piştî van bûyeran mirov dê nikaribe li bendê be ku pêwendî mîna berê dewam bikin.

Bi aloziya li Ukrayna re hewldanên cidî yên ji bo çareseriyekê jî ketine dewrê. Ji duh ve sê wezîrên derve yên YE; wezîrên Polonya, Almanya û Fransa li paytexta Ukrayna Kievê bi serokwezîr Viktor Janukovich re di nav danûstandinan de ne û şevê din hikûmeta Ukrayna îşaretên hin tawîzan da. Parlamentoyê daxuyaniyek pejirand ku polîsên li dijî tevlîheviyê dê xwe ji meydana xwepêşandanê dûr bêxin û êdî li xwepêşanderan nereşînin.

Wezîrê derve yê Polonya herwiha hêj şevê din ragihandibû ku serokkomar Janukovich dikare biçe hilbijartinên parlamentoyê û serokkomartiyê. Çûna ser sindoqan yek ji daxwazên sereke ya xwepêşandêran bû.

Mesafeyeke nêzîkê cîyê hevdîtinan pevçûn û rûdanên dijwar hebûn, bi dehan laşên  xwepêşanderan ku ji aliyê polîs û nîşangiran ve hatibûne kuştin li erdê bûn. Tê ragihandin ku di êrîşa hêzên ewlekariyê de duh navbera 60-100 kesî hatiye kuştin û zêdetir ji 500 birîndarî heye.

Marietta de Pourbaix-Lundin ya parlamentera Moderatan nûnera YE li Kievê ye.

– Sibeyeke pir dramatîk bû. Di wê nîvsaeta ku em li meydana bûyeran bûn me dît bê kuştî û birîndar çawa bi betanî û darbestan ji ciyê bûyerê dûr têxistin. Li nexweşxaneyê jî yên ku me dîtin guleyên heqîqî rast berdabûne dilê wan.

Rayedarên YE ji aliyekî vi bi serokkomarê Ukrayna re di nav danûstandinan de bûn, lê ji aliyekî din ve jî YE komcivîneke awarte li dar xist. Di civînê de biryar hate standin ku ew tedbîrên aborî û siyasî bixe dewrê. Wek nimûne firotina çek û alavên ku polîs di tevlîheviyan de bi kar tîne dê nefiroşine Ukrayna. Derdorê 20 siyasetmedarên ukraynî ku weke berpirsê pevçûnan têne destnîşankirin wê nikaribin biçine dewletên YE û hesabê wan yên bankeyan dê bê cemidandin. YE ew kes mîna ”berpirsên bikaranîna şidetê û sûcdarên mafê mirovan” bi nav kir.

Lê di nav van siyasetmedaran de serokkomar Janukovich bi xwe nebû. Fikar ew bû ku eger navê serokkomar bikeve lîsteya reş de tu rêyên danûstandinê di navbera YE û Ukrayna de wê nemînin. Bi nêrîna Fredrik Malm biryara YE biryareke di cîyê xwe de bû.

– Bê tedbîrên ku têne girtin bi detay çawa bin, bê ew ji bo serokkomar jî derbas bibin yan na pirseke pêşerojê ye, lê şiklekî tedbîran divê bikevine dewrê.

DYA jî duh ji aliyê xwe ve li hemberî Ukrayna tedbîrên bi heman rengî standin.

Û bi qasî ku niha xuya dike ev hewldanên navnetewî rê li ber çareseriyeke siyasî vedikin. Îro navrojê ajansa nûçeyan ya reutersê da zanîn ku Janukovich îlana hilbijartinên nû ji bo serokkomartiyê kiriye. Wî herwiha nivîsandiye ku destûra bingehîn ji nû ve dê bê nivîsandin û hêza serokkomar dê bê sînorkirin. Ji bo birêvebiriyeke nû ya dewletê jî Janukovich xwestiye hikûmeteke netewî bê avakirin.


Besir Kavak
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".