Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Mejiyê mirovên temenmezin jî tê nûkirin

Hat weşandin fredag 21 februari 2014 kl 10.09
Wêne: SR

Lêkolîneke nû ya li ser mejiyê mirovan ku bi hevkariya Zanîngeha Uppsala û Înstîtuya Karolînska hatiye çêkirin nîşan dide ku di emrên mezin de jî hucreyên mêjî yên nû têne afirandin.

Rojnameya Uppsala Nya Tidning dinivîse ku ev cara yekem e lêkolîneran kariye nîşan bide ku beşa mêjî ’strîatûm’ di maweya jiyanê de sê çar caran xwe nû dike. Ev beşê mêjî wek nimûne li ser hînbûn û kontrolkirina tevgeran dixebite.

Di mejiyê heywanan de ev nûkirin di beşekî din de tê dîtin ku ji bo kontrolkirina bêhnê dixebite. Lê ev li cem mirovan nayê dîtin. Doçent Mehran Salehpour dibêje ji ber ku ev taybetmendî ji bo mirovan pirr ne girîng e nayê dîtin. Ji dêlva vê ve nûkirin li beşê strîanûm tê dîtin ku ji bo mirovan girîngtir e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".