Sedema daxwazê siyasetmedarekî Demokratên Swêdê ye. Wêne: SR

Zilamekî romanî daxwaza nûkirina doza xwe dike

Li Malmö zilamekî bi eslê xwe romanî ku ji sûcên weke diziya biçek hatiye mehkûm kirin dibêje bila doza min ji nû ve were dîtin.

Rojnameya Sydsvenska dinivîse ku sedema vê daxwazê siyasetmedarekî Demokratên Swêdê ye ku di doza zilêm de endamê desteya dadgehê bû. Lê vêga vî siyasetmedarî dev ji karê endambûna desteyê berdaye. Parêzerê mêrikê romanî dibêje heye ku vî siyasetmedarî bandoreke nebaş li qerara dadgehê kiribe.

Ji ber ku vî siyasetmedarê Demokratên Swêdê di malperên li dijî mirovên biyanî de hin nivîs weşandine, serokê Dadgeha Malmöyê ew ji kar avêtiye.

Vî siyasetmedarî di van malperan de weke nimûne nivîsiye ku ”koç nexweşiya gelê me yê mezintirîn e, û problem ew e ku ev parazît xwe li ser pişta pîr û nexweşan xwedî dikin.”

Di hevpeyvîneke bi rojnameya Sydsvenka re vî siyasetmedarî qebûl kiriye ku wî gotiye ”divê dewlet sîstemê GPSê bi qereçiyan ve bike.”

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".