Midûrê giştî yê Daîreya Trafîkê dibêje rêyên trêna ewle ne. Wêne: Anders Wiklund/TT

Daîreya Trafîkê guhê xwe nade îqazên karmendan

Derketiye holê ku karmendên Daîreya Trafîkê ji zû ve berpirsiyaran ji bo ji rê derketina trênan îqaz dikin, lê ew guh nadine karmendan. Radyoya Swêdê bi karmendan re têkilî daniye.

Kesî ji karmendan nexwestiye dengê xwe qeyd bike lê ew dibêjin ku ew ji ber vê rewşê gelekî hêrs û nearam in, ji ber ku sersariyên wiha  rê li qezayên mezin vedikin.

Ew dibêjin mitehîdên wan bêkompetens in û karê lênêrîna rayên trênê ji aliyê teknîsyenan ve tê kirin. Li gorî agahiyên ku ew didin pirrê caran teknîsyen ji xerabbûnê fêm nakin.

Ji Daîreya Trafîkê Gunnar Malm dibêje di van bîst salên dawiyê de ji rê derkatina trênan kêm bûye. Lê di heman demê de dibêje ku ew endîşeyê karmendan cidî dibîne.

Gunnar Malm dibêje, eger agahiyên wiha yên li ser şaşî û xerabbûnan hebin, lê negihine destên me ev problemeke cidî ye. Ew dibêje ew ê hewl bide da ku bigihe agahiyên wiha. Jê tê pirsîn, "ma tu natirsî ku qezayên trênê çê bibin û mirov tê de bimirin ?" Ew dibêje, ew ji vê yekê ne bitirs e û ew gelek caran trênê bi kar tîne. Li gorî ku ew dibêjê rêyên trênê yên  Swêdê li Ewropayê di nav yên herî ewle de ne.  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".