Li gorî Xaça Sor daneheva alîkariyê hêdî dimeşe. Wêne: Röda korset

Xaça Sor ji bo Sûrî dest bi kampanyayeke nû dike

Alîkariya insanî ku ji bo sivîlên li Sûrî tê berhev kirin, hêdî dimeşe. Ji ber vê yekê Xaça Sor a Swêdê dest bi kampanyayeke nû dike. Ev kampanyaya nû ji bo berhevkirina pakêtên xwarinê ye.

Kesên ku dixwazin alîkariyê bikin dikarin pakêteke xwarinê bi 385 kronan ji malbateke Sûrîyeyî re bikirin. Ev pakêtên ku Xaça Sor amade kirine heta mehekê têra malbateke pênc nefsî dike.

Ji Xaça Sor a Swêdê Malin Barnö dibêje ji bo felaketên xwezayî daneheva pereyên alîkariyê hesantir e. Di rewşên şer ên weke ya Sûrî de karên alîkariyê hêdî û zehmettir dimeşin.

Ev kampanyaya pakêtên xwarinê dê di meha adarê de dest pê bike. 

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".