Rojnamevan û siyasetvanên di semînera li ser Rojava de. Foto: Lorin Berzenci, Sveriges Radio

Rojnamevan li ser Rojava peyivîn

Komcivîna Rojava
6:31 min

Li bajarên cuda yên Swêdê di dawiya vê hefteyê de hejmarek semîner û komcivînên li ser rojavayê Kurdistanê hatine li dar xistin. Yek ji van komcivîna li Zanîngeha Stockholmê bû ku ji aliyê komeleyeke nû ya bi navê ”Platforma Zagros” ve hatibû amadekirin. Ahmed Alipour serokê vê komeleya nû ye.

Di semînera ku bi zimanê ingilîzî hate pêşkêşkirin de serokê PYD Salih Muslim behsa xebatên partiya xwe yên li Rojava kir, got ku wan stratejiyeke xeta sêyemîn meşandine, giraniya xwe dane ser rêxistinkirina gel da ku herêma xwe li hember êrîşên derve biparêzin, xwestine hemû pêkhateyên rojava tevlî birêvebiriyê bikin û niha hemû karê birêvebiriyê dewrî kantonan kirine. Muslim îdia kir ku ev sîstemeke pir demokratîk e û rojnamevan û heyet dawetî Rojava kirin da ku biçin rewşê bi çavên xwe bibînin.

Di semînerê de çend rojnamevanên ku berya niha çûne rojavayê Kurdistanê û ji wê derê rapor amade kirine jî axivîn. Rojnamevanê BBC Jiyar Gol behsa desteka Tirkiyê ya ji bo rêxistinên çekdar yên islamî kir.

Ji Swêdê heta niha du rojnamevanên swêdî çûne rojavayê Kurdistanê û nivîsên wan di çapemeniyê de bi awayekî berfireh hatine weşandin.

Yek ji van Carl Drott e ku ev du carin çûye Rojava û cara dawî berya çend hefteyan vegeriyaye. Û yê din Ivar Andersen e ku di kovara Focus de raporeke berfireh weşandiye.

Andersen got berya serdan û raporên wan behsa rûdanên li herêmên kurdî zêde nedihate kirin. Hingî wî ji hevalên xwe yên kurd di medyayên civakî de dibihîst ku hin pêşveçûnên girîng li wira rûdidin û lewra wî biryar daye biçe li cî rewşê bibîne. Û bi baweriya Andersen piştî raporên wan çapemeniya swêdî di dengûbasên Sûrîyê de baştir û bibalanstir bûye.

Di dîwana semînera Zanîngeha Stockholmê de bi giştî şeş kes amadebûn û her yek ji wan çaryekkê axivîn. Çar ji beşdarên dîwanê rojnamevan û didu jî wek siyasetvan li wira bûn. Ji bilî Salih Muslim siyasetvanê din serokê Konseya Neteweyî ya suryaniyan Behsam Ishaq bû. Lê di dîwanê de mirov tu nêrînên zêde ji hev guhertî nedîtin û nêrîneke yekalî derdikete pêş. Heta yek ji beşdarên ku mîna rojnamevan diaxivî bi raya gelek beşdaran vekirî propagandaya aliyekî siyasî, heta serokekî siyasî dikir bê ku li hember wê tu nêrîn bêne diyarkirin. Amadekarê semînerê Ahmed Alipour jî ev eyk ferq kiriye:

Piştî pêşkêşkirina axavtinan dema pirs û bersivan hebû, lê ji ber ku wext kêm bû gelek kes mîna Alipour negihan pirsên xwe bikin.

Ji aliyê organîzeya semînerê ve birêvebirineke birêkûpêk dihate dîtin.15-20 ciwan di salonê û derve de hem parastina salonê hem jî alîkariya xelkê dikirin. Û herçend derdorê 150 kesî wek guhdar hatibûn jî Alipour dide zanîn ku ew li benda hejmarek bilindtir ya beşdarên swêdî bûn.

Di weşana Zayele ya sibê de raporeke berfireh li ser rewşa Rojava û bendewariyên ji Swêdê tê weşandin.

BESIR KAVAK
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".