PYD ledaren Salih Muslim. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio
1 av 2
Serokê PYDê Salih Muslim. Wêne: Besir Kavak, Sveriges Radio
Journalisten och Syrienexperten Aron Lund. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio
2 av 2
Journalist och Syrienexperten Aron Lund. Foto: Besir Kavak, Sveriges Radio

Rojava dê bişibe Koreya Bakur yan Swîsre?

PYD sîstemeke chawa ava dike?
15 min

PYD çiqasî rê dide pirdengiya siyasî?

Nêrîna PYDê ya li ser azadiya çapemenî û xweîfadekirinê çî ye?

Sîstema ekonomiyê ku PYD dixwaze li Rojava deyne çawa ye?

Helwesta serokê PYD Salih Muslim li ser pirsên ku mîna hîmên demokasiyê têne dîtin çî ye ew ji bo Rojava sîstemeke çawa pilan dike?

Bi domkirina şerê navxweyî yê li Sûriyê re rewşa Rojavayê Kurdistanê jî roj bi roj tê guhertin, pêşveçûn û tevgerên cidî lê dibin. Dezgên nû têne avakirin, birêvebiriyên nû têne îlankirin û sîstemên nû têne danîn yan jî ceribandin, lê motora vê tevgerê gişt Partiya Yekîtiya Demokrat, PYD  tê dîtin û serokê PYDê Salih Muslim e. Yek ji pisporên sereke di mijara Sûriyê de li Swêdê rojnamevan û nivîskar Aron Lund dibêje:

– Salih Muslim hem ji bo Kurdistana Sûriyê ango Rojava û hem jî ji bo tevahiya Sûriyê û herêmê siyasetmedarekî girîng e. Ji ber ku bûyerên li Kurdistana Sûriyê wê tesîreke demdirêjî di vî şerî de bike û tesîreke mezin li siyaseta kurd bike. Û siyaseta kurd tê wateya beşek girîng ji siyaseta Tirkiyê, Îranê, Îraqê û Sûriyê.


Serokê PYD Salih Muslim
jî her roj li welatekî ye; hevpeyvîn û reportajan dide, beşdarî semîner û komcivînan dibe, hevdîtinan pêk tîne û bi vî awayî hewl dide hem di nav dîyasporaya ji Sûrîyê de tifaqan deyne hem jî di qada navnetewî de piştgiriyê bistîne.

Serokê PYD ji hevdîtinên xwe yên vira razî xuya dike, lê bi nêrîna wî hikûmeta Swêdê ne xwediyê siyaseteke serbixwe ye.

Belê, Salih Muslim dibêje bila werin demokrasiya me bibînin û me nas bikin. Hin rojnamevanên swêdî çûne rojavayê Kurdistanê û em ê bi wan re bipeyivîn bê wan rewşa demokrasiya wira çawa dîtine. Lê berya wê em dixwazin bizanibin bê mebesta Muslim demokrasiyeke çawa ye.


Di sîstema ku li Rojava
tê avakirin de pirrengiyeke etnîkî û dînî tê dîtin. Ji ol û neteweyên cuda rêxistin di birêvebiriyê de hene. Û wek nimûne di hevdîtin û komcivînên ku li Swêdê hatine lidarxistin de siyasetmedarê suryanî Bassam Ishak jî di heyeta Salih Muslim de cî digirt. Lê heman di toleransa pirrengiya siyasî ya hundir de bi taybetî ji aliyê hin partiyên kurd ve gelek gazin û rexneyên tûj li PYD têne kirin. Behsa tahde û zordestiya wê tê kirin ku ew ji xwe pê ve kesekî nahesibîne. Îcar gelo helwesta Salih Muslim li ser pirsên ku mîna hîmên demokasiyê têne dîtin çî ye?


Di bersivên xwe de
Salih Muslim pir behsa birêvebiriyên gelî dike. Ew dibêje li Rojava dadwerî, birêvebiriya siyasî û hêzên parastin û ewlekariyê ji hev serbixwe kar dikin û ew alîgirên çapemeniya azad, xweîfadekirina azad û pirdengiya siyasî ne. Lê di heman demê de qebûl jî dike ku ew nebêqisûr in.

Belê ev gotinên Salih Muslim yên li ser têgihiştina wan ya demokrasiyê ye ku ew dixwazin li Rojava cîbicî bikin. Rojnamevanekî swêdî ku di dawiya 2013ê de çûbû Rojava û herêmên di bin desthilatdariya kurdan de û raporeke berfireh weşandibû Ivar Andersen e:


Derbarê rewşa li Rojava
Andersen dibêje:

– Digel rexneyên ku li hemberî PYD û strajiyên wê yên cihêreng ku hene jî hevgirtineke xurt ya civakî jî berbiçav bû. 

Andersen ku difikire di havînê de cardin biçe Rojava balê dikişine ser dorpêça Tirkiyê, rejima Baasê, rêxistinên islamî û dibêje:

– Digel her tiştî jî rewşeke gotûbêjên vekirî hatiye afirandin ku mirov dikare behsa siyasetê û berjewendiyên hevbeş bike û ev tişt li hemberî projeyan mîna tehdît nayêne dîtin. Meydan ji bo rexnekirinê vekirî ye. Yanî dema ku mirov ji derve diçe mirov rastî îşaretên hêvîdêr tê.

Derbarê tamûla pirdengiyê de rojnamevanekî din Carl Bildt jî ku berya du hefteyan ji Rojava vegeriyaye fikrên bi heman rengî tîne zimên.


Ê naxwe gelo astengiyên
li pêşiya PYDê çi ne? Ji bo çi ew piştgiriya navnetewî nabîne û wek nimûne sîstema kantonî ku wan îlan kirine nayê naskirin? Aron Lund:

Li ser vê pirsê Aron Lund balê dikişîne ser têkiliya di navbera PYD û PKK de û dibêje

– Pêşengiya Rojava PYD dike, PYD mîna baskê PKKê tê dîtin û PKK di lîsteya terorê de ye. Serêşiya herî mezin ya YE û Swêdê jî ev e, dixwazin bi PYD re têkiliyan deynin lê bê ku qanûnên xwe binpê bikin.


Bi tecrûbeya xwe ya demdirêj
ya siyasî, rêxistinî û nexasim leşkerî PKKya ku wek piştgirê herî xurt yê Rojava tê dîtin li gor Aron Lund di dîplomasiyê de li pêşiya PYDê asteng û kelem e. Lewra bi nêrîna wî girîng e ku kurd digel tehdîtên mezin ku hene jî li erdê xwe bi hêz bikin da ku li ser maseyên navnetewî bibine xwedîxeber ji ber ku di dawiyê de tesîra hêzên mezin DYA û Rûsya wê tayinker be.

Digel van dijwariyên di qada navnetewî de jî Salih Muslim dibêje ew ê xebatên xwe yên li Ewrûpa berfirehtir bikin. Muslim bang li Swêdê dike ku ew bi wan re hevkariyê bike û dide zanîn ku ew hewl didin li Swêdê jî bi vê mebestê buroyeka PYD vekin.



BESIR KAVAK
besir.kavak@sverigesradio.se


Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".