Wêne: Bertil Ericson /TT.

Kêmhebûna hemşîreyan xeterê saz dike

Nexweşên ku emeliyata kulêmekê çêkirine yan jî zirav emeliyat kiribin dikevin metirsiyeke mezintir de ku bimirin eger hemşîreyên li wan dinerin di heman demê de berpirsên gelek nexweşên din bin.

Lêkolîneke ewrûpayî ya nû vê yekê diyar dike. Lisa Smeds Alenius ku bi xwe hemşîre ye bi vê lêkolînê ve kar kiriye.

-Bi berpirsîyariya her nexweşekî bêhtir metirsî û xetera mirinê bi heft % bêhtir dibe.

Ev lêkolîn berfireh û mezin e, yên lêkolîner 26 000 hemşîre û zêdî 400 000 nexweşên ku emeliyatên asayî wekî nimûne, yên kabok û movika kulêmekê şopandine.

Di hindek welatan de yasa dibêje ku hemşîreyek herî zêde bi berpirsîyariya şeş nexweşan radibe. Lê Lisa Smeds Alenius dibêje ku zehmet e mirov binirxîne bê ya hemşîre kare li çend nexweşan binere û di heman demê de ewleyîya yê nexweş nexîne tirs û xeterê de.

-Li gor baweriyên min danîna sînorekî bi vî awayî zehmet e. Hertişt li gor egerên herêmî ne, bê çi pêdivîyên lênerînê hene û rewşa wî beşê lênerînê çawa ye.

Lê Lisa Smeds Alenius derbarê hejmarên bo materiyalê swêdî ya diyar dike ku hemşîre kare bi berpirsîyariya 24 nexweşan rabu, dibêje ku ne maqûl.

  

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".