Wêne: Fredrik Persson/TT.

Pêxwarinî kare hoya belavbûna Lîstêrya be

Dezgeha tiştên xwarinê ya giştî, Livsmedelsverket, gûman dike ku cureyên goştê pêxwarinê yên mirov datîne ser nanê xwe hoya belavbûna baktêrya Lîstêrya ”Listeria” ye li Swêdê.

Ta nuha sê kes ji ber vê baktêryayê li Swêdê mirine. Di heman demê de rojnmaeya Dagens Nyheter radigihîne ku şirketa tiştên xwarinê Scan, piştî ku ev baktêrya ya xeter di avahîyê de peyda bû mecbûr bû beşek ji fabrîkeya xwe ya li Skåne bigire.

Hejmareke zêde ji mirovan a nuha tûşî iltîhaba Lîstêryayê bûne. Did meha dehan û duanzdan ya par de 41 kes li Swêdê bi vê baktêryayê ketin. Di sala 2012 de hejmara kesên pêketibûn 25 bû.

Ev nexweşî bi rêya xwarinê belav dibe û beriya herkesî zererê li kesên pîr û kalan dike û herweha jinên ducanî, ango yên bi hemil in.

   

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".