Wêne: Sverige Radio.

Yasaya nû ya yarmetîya partîyan bi kêmasî ye

Valahîyên mezin di qanûna nû ya derbarê yarmetîyên navnenas ango anonîm ji bo partîyan hene. Mebest bi vê qanûna nû ew bû ku ji partîyan re wergirtina yarmetîyên navnenas zehmetir bibe.

Ev yeka jî tenê ji bo rêxistinên seranserî yên partîyan ne lê rêxistinên herêmî hîna jî karin pereyên nehênî û nenaskirî qebûl bikin, bêyî ku piştgîriya aborî ya dewletî ji destê xwe wenda bikin.

Ev rêxistinên herêmî karin bi rêya xwe pereyan bigîne rêxistinên partîyê yên seranserî jî bêyî ku bandorê li yarmetîya aborî ya dewletî ya ji bo partîyê bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".