Wêne:Janerik Henriksson/TT.

Partîya Demokratên Swêdê rojnameyeke nû diweşînin

”Samtiden”, ango Hemdem, navê rojnameya nû ya partîya Demokratên Swêdê ye ku dê li ser internetê bên weşandin. Serredaktorê rojnameyê Jan Sjunnesson ji rojnameya Medievärlden re dibêje ku dê karê wan şopandina nûçeyan be û dê çend peyamnêrên wan hebin girêdayî bi redaksyonê bi xwe, lê ew dê herweha materyalên xwe ji çavkanîyên din jî bînin.

Ew ji Radyoya Swêdê re dibêje ku derbarê naveroka rojnameyê naxwaze nuha tiştekî eşkere bike ta rojname dest bi karê xwe bike.

Gunnar Nygren, profesor e di warê rojnamevanîyê de li zanîngeha Södertörn, li gor wî ku Partîya Demokratên Swêdê rojnameyekê dadimezirîne karekî normal û asayî ye.

Ew jî bi pêwîstîya kanal û rêyan e ji bo ku endamên xwe kom bike û tevdebûneke bîrûbawerîyan saz bike.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista