Bavên temendrêj ên xwediyê perwerdehiyeke baş dikarin bi tedbîran vê îhtîmalê ji holê rakin.Wêne: Jessica Gow/TT

Bavên temendirêj rîska nexweşiyan bilind dikin

Encama lêkolîneke nû nîşan dide ku îhtimala nexweşiyên zikmakî li cem zarokên ji bavên temendirêj mezintir e. Lêkolînerên swêdî û amerîkî li ser hemû zarokên ku di navbera salên 1973 û 2001ê de li Swêdê çêbûne hûr bûne û dîtine ku eger temenê bav mezin be rîska nexweşiyên weke otîzm, şîzofrenî, bipolar û ADHD ango hîperaktîvîteyê li cem zarokan mezin dibe.

Lêkolîneran bavên 24 salî û yên 45 salî dane ber hev û dîtine ku rîska van nexweşiyên psîkolojîk li cem zarokên bavên 45 salî du qatan zêdetir e. Herwiha rîska bikaranîna narkotîka û xwekujiyê li cem van zarokan du qat û nîvî bilindtir e.

Rîska nexweşiya ADHD ango hîperaktîvîteyê 13 caran û ya bipolarê 25 caran zêdetir tê dîtin.  

Ev encam ji lêhûrbûna grûpan hatine girtin û nayê wê wateyê ku hemû zarokên ji bavên temendirêj bi otomatîkî bi van nexweşan çêdibin. Lêkolîner Paul Lichtenstein dibêje ew dikarin bi afirandina derfetên baş ên ji bo zarokê ve rîskê bi temamî winda bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".