Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/
Wêne: Adam Ihse / TT.

Lêkolîneke swêdî hêvîyên nû dide nexweşên MS

Lêkolîneke bêhempa û yekane hêvîya lênerîneke baştir û karîgertir dide nexweşên MS, multipel skleros, ango nexweşîya di sîstema eseban ya navendî de. Çandina şaneya kokê ya xwînê ya bi swêdî ji wê re dibêjin ”blodstamcell”, diyar bûye ku dermankirina ango îlaca herî baş û karîger e.

Li gor vê lêkolîna swêdî ya ku di deh salan de rewşa nexweşên MS şopandiye, çandina şaneya kokê ya xwînê dermankirina herî karîger e hember Multipel skleros ya herî êrîşkar.

Ida Berner tam beriya deh salan teşxîsa MS wergirt û bû ya pêşî li Swêdê ku bi vê metod û awayê nû hate dermankirin, ango bi metoda çandina şaneya kokê ya xwînê. Li gor Ida Berner, wê bi lez piştî destpêka dermankirinê bala xwe dayê ku li wê tê û rewşa wê baştir dibe:

-Sê roj piştî ku jehra şaneyê hate danîn min karîbû pêçî ango tilîya lingê rastê bilivînim. Beriya vê dermankirinê bi çend heyvan min nikarîbû ev yeka bikiraya, îca hêvîyeke bi vê metoda nû çê bû.

Ev nexweşîya ku di sîstema eseban ango rehan ya navendî de çê dibe, Multipel skleros, dike ku iltîhab û şûna birînan li tayên esaban çê bibin û ji ber vê yekê jî jî nahêle agahî herûbê di navbera organên navendî de.

Ev awayê çandina şaneya kokê ya xwînê tê bi wateya ku ew şaneyên kokê ku xwînê çê dikin ji yê nexweş tên wergirtin, ew jî dema nexweşî di merheleyeke aram de be. Pişt re yê nexweş bi jehra şaneyan tê dermankirin ya sîstema parastina laşî hember nexweşîyan dişkîne.

Piştî vê yekê îca ew şaneyên kokê ya xwînê yên baş û saxlem li laş tên vegerandin ji bo ku bi vî awayî sîstema parastina laşî ji nû ve kar bike û program bibe.

Li gor Hans Hägglund, şefê çalakîyan li nexweşxaneya Akademî li Uppsalayê ev dermankirin encamên baş da ye:

-Dora neh ji deh nexweşan yên di pênc salan de hatine şopandin rastî êşên demî yên MS nabin û nêzîka heft ji deh nexweşan bi carekê re ji vê nexewşîyê xilas dibin. Wan tu guherîn di mêjî nedîtine û nîşanên xirabtir li ba wan diyar nebûne.

Lêkolînerên vê lêkolînê li rewşa 48 nexweşî di deh salan de nerîne û şopandine. Encamên lêkolînê bi dermanên ku îro ji bo vê nexweşîyê tên bikaranîn nehatiye danberhevkirin, lê di halê hazir de lêkolîneke swêdî û emerîkî derbarê vê yekê li dar e.

Awayê çandina şaneya kokê ya xwînê hem ji bo îlaca cureyên din yên nexweşîyên êrîşakar li ser sîstema parastina laşî û herweha kanser ango şêrpenceyê tên bikaranîn, lê diyar e ev awayê dermankirina herî baş li nexweşên MS hatiye.

Îro, nexweşa pêşî di vê lêkolînê de, Ida Berner hema bi carekê re ji nexweşîya MS rehet bûye û îro bûye diya du keçan, ev yeka beriya deh salan ji wê re nemumkirn bû:

-Wateya cureya vê dermankirinê ji bo min jiyan e, ez bi rastî wiha bawer dikim, eger ne ew ba ez nuha li vê derê rûnediniştim. Ji ber bi lez bû, îca wekî din ez dê îro nejiyabama.

Joachim Burman, doktorê reh û esaban û doktorand li zanîngeha Uppsalayê beşdarî vê projeya lêkolînê bû û li gor wî ev awayê dermankirinê yê nû kare hem karîgertir be hember nexweşîyê û hem jî ji derman ku îro didin nexweşan erzantir be:

-Ev bi xwe îlaceke erzan e. Dermanên îro hene buha ne, dikin dora 200 000 kron salan e û ev îlaca nû ku nexweşxaneya akademî li Uppsalayê bi rêve dibe bi dora 400 000-500 000 kron e.

Lê li Swêdê ta nuha nexwestine yê nexweş têxin xeterê de ji ber wê jî bi hişiyarî û ne bi lez û bi dermanên hene hatine dermankirin da ku tu encamên xeter nedin yan jî nebe hoya mirina yê nexweş.

Swêd ji aliyê hişiyarîyê ve ne bi tenê ye, li welatên mîna Yûnan, îtaliya û Berazîlê jî bi heman awayê li pirsa dermankirinê dinerin.

Nuha jî grûpa lêkolînê kar dike da ev cureya dermankirinê bo gelek kesên din jî karibe bên pêşkêşkirin:

-Burman dibêje divê bi awayekî bên kirin ku jiyana yê nexweş nekeve tu metirsîyan de, ji ber vê yekê jî wext distîne. Em zanin ku gelek kes acizin û dihisin ku rewşa wan her xirabtir dibe. Lê em karin li pêşerojê binerin û em zêde dilşad in ku em dê karibin alîkarîya gelek kesên bêhtir bikin herçend ku em îro nikarin wê alîkarîyê pêşkêş bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".