Eger bi vî awayî berdewam bike Demokratên Swêdê dê rola xwe ya mîzanragir winda bike. Wêne: Janerik Henriksson/TT

Piştgiriya gel a ji bo Demokratên Swêdê kêm dibe

Li gorî anketa Novusê ya meha sibatê ango febrûarîyê pişgiriya gel a ji bo  Partiya Demokratên Swêdê ji sedî 2.3 kêm bûye. Piştgiriya partiyê bi vî awayî bûye ji sedî 8.7.

Tê ragihandin ku lêkolîn ji aliyê statîstîkî ve ewle ye û para şasiyê gelekî kêm e.

Eger bi vî awayî berdewam bike Partiya Demokratên Swêdê dê rola xwe ya mîzanragir winda bike ku bandoreke wê ya girîng li biryardayinên parlemantoyê heye.

Li gorî heman anketê Partiya Navendê bi  0.2an ji sînor derbasbûna palementoyê xilas bûye û ji sedî 4.2 standiye. Xirîstiyanên Demokrat bi 3,8î dibin sînor de mane û Partiya gel jî 4.7 piştgirî standiye.

Di anketê de tê dîtin ku piştgiriya ji bo partiyên sorekesk 51.4 e û ya partiyên hevbend jî 38.4 e.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".