Wêne: Beg Christopher O'Neil

Navê keça Dotmîrê Leonore e

Doh piştî nîvro qralê Swêdê ragihand ku navê keça dotmîrê dê Leonore Lilian Maria be û ew ê bibe duşesa Gotlandê.

Navê Leonore li Swêdê kêm tê dîtin. Tenê 128 jin bi vî navî hene û 35ê van vî navî weke yekem bi kar tînin.

Dotmîra Swêdê Madeleine heftiya buhurî li New Yorkê zabû û keçikek jê re çêbûbû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".