Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Ji bo Daîreya Karî midûrekî nû hate tayîn kirin

Hat weşandin torsdag 27 februari 2014 kl 14.10
Mikael Sjöberg. Wêne: Per Larsson

Hikûmetê midûrekî nû ji bo Daîreya Karî tayin kir. 48 kesan serî li midûrtiya giştî ya Daîreya Karî dabû û hikûmetê biryar da ku midûrê giştî yê nû dê Mikael Sjöberg be.

Sjöberg di halê hazir de midûrê Daîreya jîngeha karî ye. Ew berî niha rêveberê giştî yê Înstîtuya Jiyana Karî (Arbetslivsinstitutet) bû. Wî herwiha weke karmendekî siyasî li Sekreteriya Hikûmetê kar kiribû.

Midûra Daîreya Karî ya berê  Angeles Bermudez-Svankvist di dawiya tebaxê de ji kar hatibû avêtin. Rêveberiya Daîreya Karî diyar kiribû ku hew baweriya wan bi wê dihat û sedema ji kar avêtinê jî ev bû. Heta niha Clas Olsson weke wekîl li cihê midûrtîyê rûdinişt.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".