Ala gelê samî. Wêne: Jonas Ekströmer/Scanpix.

Samîkiya Umeå kete nav zaravayên nivîskî

Doh ango çarşemê komîsyona zimên a Encûmena Gelê Samiyan biryar da ku ew zimanê samîkî yê bajarê Umeå weke di nav zimanên nivîsînê de qebûl dikin.

Li Swêdê sisê zaravayên samîkî weke zimanên resmî têne qebûl kirin. Piştî vê biryarê ev hejmar dibe çar ango samîkiya bakur, ya başûr, ya Luleå û ya Umeå.

Ulla Barruk Sunna ku ji bo standina vê biryarê gelek hewl dane radigihîne ku êdî ew ê karibin bi awayekî hesantir ji bo perwerdehiya vî zaravayî materiyal û pirtûkan çê bikin.

Ev tê wê wateyê ku agahiyên daîreyên resmî dê ji vir û pê de bi samîkiya Umeå jî werina nivîsîn.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".