Olof Palme. Wêne: Scanbox Entertainment.

Kêsê biguman şeva kuştina Palme bisîleh bû

Agahiyên nû nîşan didin ku Alf Enerströmê  ku bi nefreta xwe ya li hemberî Olof Palme tê nas kirin şeva kuştina Palme bisîleh bû. Hevjîna wî ya berê Gio Petré jî şahîdiya xwe ya li ser wî red kiriye.

Rojnameya Svenska Dagbladet divivîse ku Petré gotibû ku şeva kuştina Palme Enerström li cem wê bû. Lê vêga ew dibêje ku ev agahî ne rast e.

Li gorî profesorê krîmînolojiyê Leif Persson divê hem îfadeya Enerström hem jî ya Petré ji nû ve were girtin. Persson dibêje bila herwiha lêpirsîn ji mirovên derdora van hesan jî were kirin. Lê Persson berderwam dike û dibêje belkî dîtina sîlehê êdî bi tena serê xwe têra ronîkirina kuştinê neke.Ji ber ku pirê caran guleyên ku li cihê kuştinê têne dîtin gelekî xirab dibin û guleyên kuştina Palme jï bi vî awayî bûn.

Olof Palme sala 28 sibatê sala 1986 li Sveavägen li navenda Stokcholmê hate kuştin. Dema hate kuştin ew serokwezîrê Swêdê bû.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".