Du måste aktivera javascript för att sverigesradio.se ska fungera korrekt och för att kunna lyssna på ljud. Har du problem med vår sajt så finns hjälp på https://kundo.se/org/sverigesradio/

Doza nazîstên Kärrtorpê sibe dest pê dike

Hat weşandin torsdag 27 februari 2014 kl 14.38
Nazîstan bi dar û fişekên hewayî êrîşî xwepêşandanan kiribûn.Wêne: Hampus Andersson/TT

Sibe doza 7 kesên nîjadperest ku li Kärrtorpa Stockholmê êrişî xwepêşandaran kiribûn dest pê dike. Doz dê li salona ewlehiyê ya Dadgeha Södertörnê were dîtin û wê dibin çavdêrî û kontroleke mezin de were pêk anîn.

Li gorî polîsê ewlehiyê ev kes endamê rêxistineke nazîst in ku bi navê Svenska Motståndsrörelsen ango Tevgera berxwedêr a swêdî tê naskirin. Di raporên polîs te tê ragihandin ku ev kes Stokcholmê weke herêma mezintirîn a tevgera xwe dibînin û çend komên wan li bajêr çalakiyan dikin.

Sisê ji van heft kesên ku têne tawanbar kirin serokên komên tevgerê ne û ji nav wan yekî 29 salî weke serokê mezin tê dîtin.  Polîs dibêje ku ew di bin jêpirsînê de gelekî bê deng mane û bêje tu pirs nebersivandine.

Komeke nazîstan 15 berfanbara buhurî êrîşî xwepêşandanên ku li dijî nîjadperestiyê dimeşiyan kiribûn. Piştî êrîşê 30 kes hatibû girtin lê gelek ji wan piştre hatine berdan.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Har du frågor eller förslag gällande våra webbtjänster?

Kontakta gärna Sveriges Radios supportforum där vi besvarar dina frågor vardagar kl. 9-17.

Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".