Rêvebera Melodifestivalenê Maria Ilstedt. Wêne: Fredrik Persson,TT/privat.

Di dengdana Melodifestivalenê de hîle hatine kirin

Televîzyona Swêdê STV biryar daye ku ew ê qaîdeyên dengdana  Melodifestivalenê biguherin. Ji vir pê de dengdan dê bi robotên dengdanê werine pêk anîn da ku kes nikaribe hîleyan bike.

Piştî ku di kanala P4 ya Radyoya Swêdê de hate weşandin ku di bernameya Melodifestivalenê de hîleya dengdanê hatiye kirin, SVT ev biryar stand. Kanala P4 Sjuhärad bi zilamekî re peyiviye ku van salên dawî bi programeke telefonan  bi hezaran caran deng şandiye ji stranekê re. Kesê/a ku deng jê re hatine şandin ji vê yekê agahdar bûye û ji bo vî karî pere dane zilêm.

Piştî ku ev yek derkete holê Svenska Spelê ku şirketeke lîstikên şertan e biryar da ku ew ê hemû lîstikên li ser Melodifestivalenê bide sekinandin. Lê piştî ku SVT biryara robotên dengdanê stand, ew carake din li ser vê qerarê difikirin

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".