Pêşniyaza li ser agahîdana heqê taksiyan îro tê pêşkeş kirin. Wêne: Bertil Ericson/Scanpix

Divê agahiya heqê rê di destpêkê de were dan

Hikûmet dibêje divê şofêrên taksiyan berî ku dest bi rê bikin bi awayekî tekûz agahiya heqê rê bidine mişteriyan.

Ew dixwazin bi vî awayî rê li ber reqabeta nedirust bigirin û ji aliyê madî ve ewlehiya mişteriyan bi pêş ve bixin.

Pêşniyazeke din jî  li ser zanyariya şofêran ya di derbarê cihan de ye. Lêkolînerê hikûmetê dibêje divê şofêrên taksiyan herêm û bajarên kul ê kar dikin baş nas bikin.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".