Klas Östergren dê li ser kursiyê 11emîn rûne. Wêne: Alexander Donka/SR

Endamê nû yê Akademiya Swêdê diyar bû

Nivîskar Klas Östergren weke endamê Akademiya Swêdê hate hilbijartin. Akademî radigihîne ku Östergren dê li şûna Ulf Linde li ser kursiyê 11emîn rûne. Ulf Linde dawiya sala buhurî rehmet kiribû.

Klas Östergren sala 1955an li Stockholmê ji dayik bûye û ew vêga li dora Kivika Skåneyê dijî. Wî ji sala 1975an ve nêzîkê 20 roman û gelek kurteçîrok weşandine. Gentlemen û Gangster du pirtûkên wî yên herî navdar in. Ew herwiha karê wergerandinê dike.

Östergren dê meha 12êmin a vê salê li cihê xwe yê nû rûne.      

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade avsnitt i menyn under "Min lista".