Wêne: Sveriges Radio.

Îro dadgehkirina nazîstên Kärrtorpê dest pê dike

Îro saet 09:00 pêvajoya dadgehkirina 7 kesên nîjadperest ku li Kärrtorpê li derveyê bajarê Stockholmê, êrişî xwepêşandana li dij nazîstan kiribûn dest pê kir. Di nav van heft kesan de sê serokên nazîstan dê bên dadgehkirin. Ji nuha ve karê ewlehiyê li derdora dadgeha Södertörnê bi çavdêrî û kontroleke mezin bi rê ve çûye.

Par di 15 meha diwanzdan, december, de xwepêşandaneke li dij nijadperestîyê rastî êrîşekê bû ji alîyê endamên rêxistina nazîstî ve ya bi navê Svenska Motståndsrörelsen, SMR,  ango Tevgera berxwedêr ya a swêdî.

Dora çend sed niştecêyên Kärrtorpê li meydanê kom bûbûn ji bo ku nerazîbûna xwe hember nijadperest û nazîstên di herêmê de belav bûne nîşan bidin.

Dora 40 kesên ekstremîstên rastgir hatin meydanê û şerek di navbera herdu alîyan de li dar ket. Piştî vê bûyerê 30 kes ji aliyê polîs ve hatin girtin û îro heft ji wan bi tawana liberrabûna bi şidet tên dadgehkirin.

Di nav van heft kesên ku îro tên dadgehkirin, yekî 29 salî weke serokê grûpê yê mezin tê dîtin. Polîs dibêje ku ew di bin jêpirsînê de gelekî bê deng mane û bersiva tu pirsan nedane.

Komeke nazîstan 15 berfanbara buhurî êrîşî xwepêşandanên ku li dijî nîjadperestiyê dimeşiyan kiribûn. Piştî êrîşê 30 kes hatibû girtin lê gelek ji wan piştre hatine berdan.

Li gor raporên polîs hema hemû kesên dê di pêştir de bên dadgehkirin ji rêxistina nazîstî SMR in. Li gor daniel Dalsbro, redaktor li kovara Expo bawer dike ku dadgehkirina hejmareke wisa mezin ji endamên SMR dê şikestineke mezin be hember rêxistinê:

-Ji bo rêxistinê ev astengî û problêmek e. Ji ber ew rêxistineke biçûk e û eger wisa bû ku birêvebir û serokê wê û herweha çalakvanên wê bên girtin û di demke dirêjtir de zindankirî bimînin, wê demê rêxistin dikeve astengîyê de.

Hejmara endamên vê rêxistinê ne gelek e, ew bi xwe kêm in lê esebî û êrîşkar in di awayê xwe nîşandana xwe de. Ew bi xwe pabendê wê nek u bi hejmara gelek bin.

Rêxistina Svenska Motståndsrörelsen vekirî xwe wekî rêxistineke nasyonal sosyalîstî  bi nav dike û şidet û zorê bi kar tîne hember dijberên xwe.

Ev rêxistin di nîva dehsala 1990 de saz bû û ji rêxistineke din ya ekstremîsma rastgir ava bû ya bi navê Vit Ariskt Motstånd, ango Tevgera berxwedêr arî ya sipî.

Anders Dalsbro dibêje li gor nerîna rêxistina SMR, desthilatîya îro li Swêdê gefeke ya dixwaze koka sipî qir bike bi pîlaneke li gel cihûyan. Derbarê ihtîmala hukimkirina wan di dedgehê de, Dalsbro wiha dibêje:

-Yê dozger baş material û isbat hene hember wan, hem belgeyên giheştine destê dozger û hem jî smsên ku plandanîna vê êrîşê li ber dest in. Bi her halî gelek isbat di vê dozê de hene.

Hîmê rojnamegeriya me duristî û bêterefî ye. Radyoya Swêdê ji aliyê berjewendiyên siyasî, dînî, aborî, resmî û şexsî ve serbixwe ye.
Du hittar dina sparade ljud i menyn under Min lista